Radyoya Star FM 6’emîn salvegera xwe pîroz kir

Radyoya Star FM di salvegera 6`emîn de amadekariyên dike ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşanê bike.

Radyoya Star FM 6’emîn salvegera xwe pîroz kir
16 kanûn, 2022   00:03
QAMIŞLO

Radyoya Star FM piştî xebatên 5 salan bi weşangeriyeke xurt li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo îro 6’e mîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyekê pîroz kir.

Radyoya Star FM yekemîn radyoya jinan e ku bi dirûşma "Dengê jin û jiyanê" di 15'ê Kanûna 2017'an de li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi weşanê kir. Di sala xwe ya nû de bi bernameyên çandî, hûnerî û dosyayên cihêreng weşangeriya xwe berdewam dike.

Star FM weke navê xwe radyoya jinan e. Di radyoyê de 18 jin kar û xebat dimeşînin. Gelek guhdarvan û mêvanên radyoyê, jin in.

Piştî konferansa YRJ’ê ku di sala 2020'an de li dar ketiye, biryar hat stendin ku radyoya Star FM weşana xwe li ser asta herêma Cizîrê berfireh bike.

Her wiha radyoya Star FM piştî ku li ser asta navçeya Tirbespiyê weşan kir, piştî çar salên tijî ked û xebat weşan xwe berfireh kir, asta Kantona Qamişlo derbas kir û dengê  xwe gihand herêma Cizîrê.

Radyoya Star FM di weşanên xwe de mijarên siyasî, çandî, civakî, pêşbirk, zarok, daxwazî, hunerî, ciwan, jineolojî, dîroknasî, şevbuhêrk, gund, bi erebî jî “Mera El heyat”, jin û jiyan, erebî û “Qedaya El Mera” û dayik diweşîne.

Star FM li ser tevna civakî jî weşangeriya xwe dike û xwe digihîne guhdarvanên xwe. Malperên civakî wiha ne: Star_FM.net, Facêbook: 105.30, Instgram: Star FM

‘STAR FM XEWIN Û XEYALÊN ME PÊK ANÎN’

 Yek ji damezrînerên Radyoya Star FM Lîlav Hesen di nav Şoreşa Rojava de kar û xebatên Radyo Star FM nirxand û wiha got: “Armanca avakirina Star FM dengê jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê bigihîne cîhanê.  Em hemû jî dizanin ku şoreşa Rojevayê Kurdistanê şoreşa jinan e. Di şoreşa 19’ê Tirmehê de jinan di tevahî qadên jiyanê de cih girtin. Qada çapameniyê jî yek ji van qadan e ku bi reng û dengê jinan hate avakirin. Li ser vê esasê Star FM li ser asta herêma Cizîrê dest bi weşanê kir.’’

Lîlav bal keşand ser ragihandina xweser û diyar kir ku ev qad xeyalên hemû jinan pêk tîne û axaftina xwe wiha domand: “Projeya me ji bû sala nû; em li tevahî asta Bakur û Rojhilatê Suriyê  xweşanê bikin. Ji bo em bikarin xwe bigihînîn tevahî jinan. Ez dikarin bêjim ku Star FM xewin û xeyalên me pêk anîn.’’

Pîrozbahî bi dîlan gerandinê dawî bû.

(he)

 ANHA