​​​​​​​Meclisa Partiya Sûriye Pêşeroj a Dêrazorê panelek li dar xist

Meclisa Partiya Sûriye Pêşeroj a Dêrazorê îro bi dirûşma " Êrişên dewleta Tirk û xurtkirina eniyên şer ên hundirîn " panelek li dar xist û êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa jiyana asayî li herêmên hikumeta Şamê nîqaş kirin.

​​​​​​​Meclisa Partiya Sûriye Pêşeroj a Dêrazorê panelek li dar xist
15 kanûn, 2022   17:36
DÊRAZOR

Endamên Meclis Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Meclisa Ermen û nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê beşdarî panelê bûn.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El Şemrî diyar kir ku rewşa aborî li herêmên hikumeta Şamê bûye sedem ku hêmanên jiyanê yên herî besît weke kehrebe û sotemenî peyda nebin.

/ar/uploads/files/2022/12/15/151805_00003.mts.00_00_00_00.still001.webp

El Şemrî di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku her kes piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin.

Beşdaran gelek pêşnûme nîqaş kirin jê xurtkirina eniyên şer ên hundirîn, li hember gendeliyê têkoşîn were meşandin, fon bên zêdekirin û rewşa jiyanî li herêmê were pêşxistin.

 (dm)

ANHA