ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-12-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-12-2022
13 kanûn, 2022   23:00

-Şêniyên Hesekê şehîdên QSDʹê Salih Ebdurehman Berho û Mihemed Hemîd El Meileş li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Azadiya Rêbertî ya Reqayê konê çalakiyan ji bo du rojan li qada çandê ya berê vedigre, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Olî ya Tebqayê panelekê bi sernavê "Îslam di navbera şêwir û demokrasiyê de" li hola Meclisa Qanûnsaz li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Dêrazor û Tebqayê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got divê demildest rewşa li girtîgeha Îmraliyê were eşkerekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pispor û şîrovekarên misirî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelan şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide herêmeke tampon li bakurên Sûriyê û Iraqê li dijî hebûna Ereb û Kurdan ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêma Firatê bang li rêxistinên hiqûqî kir ku erkên xwe yên exalqî û mirovî li hemberî rêber Ocalan bi cih bînin  û got: "Em bi rêberê xwe re ne heta ku azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gundewarê Minbicê nêzî 45 hezar di bin topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Şamê li herêmên di bin serweriya xwe de kehrebe û parên mazotê yên ji bo germkirinê kêm kiriye. Şêniyan diyar kirin ku rewşa wan pir xirab bûye û nikarin debara xwe bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Kampa Waşûkanî û Serêkaniyê dest bi belavkirina mazota germkirinê û pêdiviyên zivistanê li koçbera kir, hemwextî wê jî rêxistinên di kampê de alîkariyê ji koçberan re pêşkêş nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA