Rojnameyên erebî: DAIŞ`ê tevgera xwe li çolistana Sûriyê zêde kiriye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa tevgera DAIŞ′ê li çolistana Sûriyê, doza gendeliya Qeterê û rewşa siyasî ya Sûdanê kirin.

Rojnameyên erebî: DAIŞ`ê tevgera xwe li çolistana Sûriyê zêde kiriye
14 kanûn, 2022   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

′DAIŞ`Ê RÊYA ŞAM-DÊRAZORÊ GIRT′

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewset nivîsand: "Rêxistina DAIŞ′ê hewl dide tevgera xwe li çolistana Sûriyê zêde bike. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di raporeke xwe ya duh de da zanîn ku endamên DAIŞ′ê rêya Şam-Dêrazor kontrol kiriye û çend saetan girtiye. Wan ji rewşa hewayê û dûmana li herêmê sûd wergirt û bi hêzên rejîma Sûriyê re ketin şer.

Rêxistina terorîst rojekê bi temamî bajaroka El Kom ya li çolistana Sexne ya rojhilatê Humsê kontrol kir û piştre xwe ber bi kûrahiya çolistanê ve kişand. SOHR′ê jî eşkere kir ku şaneyên DAIŞ′ê ji nişke ve êrişî nuqteyên leşkerî yê li herêma Şola ya başûrê Dêrazorê kir û di encamê de 6 endamên hêzên rejîmê û Dîfa El Wetenî hatin kuştin. Her wiha di 7′ê Kanûnê de di şerê li rojhilatê Sûriyê de 11 kes hatin kuştin (endamekî hêzên rejîmê, 8 milîsên alîgirên Îranê yên ji Sûriyê û Efganistanê û 2 çeteyên DAIŞ′ê).

Li gorî SOHR′ê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi rêya yekîneyên xwe yên ewlekariyê û bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêmên Dêrazor û Hesekê yên rojhilatê Firatê bi ser şaneyên DAIŞ′ê de girtin û serçeteyekî rêxistina DAIŞ′ê girt.

QSD′ê li dijî şaneyên DAIŞ′ê li Dêrazor, kampa Holê ya gundewarê Hesekê û Til Hemîsê 3 operasyon pêk anîn, di encamê de serçeteyekî DAIŞ′ê û 2 çeteyên din hatni girtin û mîqdareke mezin ji çekan hat desteserkirin. Ew berpirsê biçekkirina şaneyên DAIŞ′ê bûn da ku êrişî kampa Holê û girtîgehên ku çete lê tên ragirtin, bikin.

Yekîneyên ewlekariyê yên QSD′ê bi destekdayîna balafirên girêdayî Koalîsyona Navneteweyî bi ser maleke li bajarokê Zixêr yê li rojavayê Dêrazorê de girt û yek ji kesên bi guman ku girêdayî DAIŞ′ê ye girt."

SAZIYÊN QETERÊ JI BER GENDELIYÊ BI LÊPIRSÎNÊN EWRPOAYÊ RE RÛ BI RÛ EN

Girêdayî rewşa Qeterê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Dîplmasiya 'Tûrên Pereyan' a Qeterê gelek guman, tawanbarî û metirsî di saziyên Ewropayê de çêkirin. Tê texmînkirin ku ev yek heta eşkerekirina rastiyan dewam bike.

Ev yek di demekê de tê ku şopdarên doza bertîlê dibêjin ku çareseriya Wezîrê Xebatê yê Qeterê Elî Bin Semîx El Merî rûyê wê ya fermî bû, ber bi rewşeke xeter ve diçe û diyar kirin ku lêpirsînên Ewropayê dê tiliyan dirêjî saziyên Qeterê û kesên din ên têkildarî dozê bikin.

Guman hene ku têkiliyan El Merî bi hejmareke bersûcên sereke re hebe.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola got ku demokrasiya Ewropayê rastî êrişê tê û soza da ku reformê bide destpêkirin da bizane ku kî dikare bigihêje navendên wan, çawa ev rêxistin û saziyên ne hikumî tên fînansekirin û têkiliya wan bi dewleta sêyem re çi ye. Her wiha destnîşan kir ku ew ê di civînên bi aliyên aktîf ên biyanî re daxwaza zelalbûnê bikin."

 

′SÛDAN: ŞÊWIRÊN GIRÊDAYÎ DOZÊN LIHEVKIRINA DAWÎN ′

Têkildarî rewşa Sûdanê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Bi gavên baldar aliyên Lihevkirina Çarçoveyî yên Sûdanê amadekariya diyarkirina forma nîşaneyên şêwira ku tê payîn der barê dozên lihevkirina dawîn de bê lidarxistin, dikin. Nexasim ku ew doz sedema sereke ya krîza li welat in. Bêyî çareserkirina wan pirsgirêkan bi rêya lihevkirina di navbera pêkhateyên aktîv de ne gengaz e istîqrara siyasî pêk werê. Hevalbendiya Hêzên Azadî û Guhartinê diyar kir ku ew bi hêzên şoreşê yên ku li ser Lihevkirina Çarçoveyî îmze nekirine re dewam dikin û dixwazin wan jî tevlî lihevkirinê bikin.

Endamê Meclisa Serdestiyê ya Demkî El Hadî Idrîs da zanîn ku Lihevkirina Çarçoveyî ku di 5′ê Kanûnê de hatiye îmzekirin, pêşketinek ber bi çareserkirina alzoiyê ve ye, her wiha rê li ber çareseriya mayînde vedike.”

(fr)