​​​​​​​ʹ Em bi rêberê xwe re ne heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikinʹ

Şêniyên herêma Firatê bang li rêxistinên hiqûqî kir ku erkên xwe yên exalqî û mirovî li hemberî rêber Ocalan bi cih bînin  û got: "Em bi rêberê xwe re ne heta ku azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin."

​​​​​​​ʹ Em bi rêberê xwe re ne heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikinʹ
14 kanûn, 2022   04:54
KOBANÊ

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li bajarê Kobanê ya bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan got ew ê têkoşînê xurt bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger bikin.

Mistefa Ehmed: "Em beşdarî çalakiya konvedanê bûne ku tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar bikin û dixwazin peyama bigihînin hemû cîhanê ku hûn çiqas tecrîdê giran bikin em li pey rêberê xwe ne. Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe di nava me de tê dikoşe û em ê wan qeydên Îmraliyê bişikînin û  rêbertî bi fîzîkî azad bikin."

Ehmed bang li rêxistinên hiqûqî kir ku demildest bikevin tevgerê da ku agahiyan li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan bigirin.

′EM BI RUH Û CAN LI PEY RÊBERÊ XWE NE′

Cemîle Nasan diyar kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ew amade ne her tiştî bikin û got: ʹʹDewleta Tirk a dagirker çi dike bila bike em ji rêberê xwe bi dûr nakevin. Rêbertî piştî serdemên tarîtiyê, rêya me ronî kir û jiyaneke nû ji jinan re afirand."

Cemîle Nasan bang li kesê îdia dikin ku ji bo mafên mirovan dixebitin kir bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî ya li hember rêber Ocalan, rabin.

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mihemed Mehmûd ku yek ji kesên çalakî birêxistin kiriye wiha got: "Dengê ciwanên banga azadiya fîzîkî ya rêbertî dikin dê qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê derbas bike û bighêje asîmanê girtîgeha Îmraliyê. Ciwan  wê li qadan bin û ji dewleta Tirk a dagirker re îsbat bikin ku bi ruh û can bi rêberê xwe re ne."

Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê bi destê gerîla derbên giran dixwe, ji ber vê yekê tecrîda li ser rêber Ocalan giran dike. Mehmûd bang li gelên herêmê kir ku li hemberî desthilata destpotî dengê xwe bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Çalakiya konvendê ya ji bo şermezarkirina tecrîdkirina rêber Ocalan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê ve hate lidarxistin. Çalakiya ku du rojan dewam kir, duh (Sêşemê) bi dawî bû.

(fr)

ANHA