Rêxistinên Civaka Sivîl xwestin qada hewayî ya herêmê bê girtin

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê xwestin qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were.

Rêxistinên Civaka Sivîl xwestin qada hewayî ya herêmê bê girtin
11 kanûn, 2022   11:44
REQA

Bi dehan endamên Rêxistinên Civaka Sivîl li avahiya xwe ya li bajarê Reqayê daxuniyek da û xwest qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ferzkirin.

Hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Reqayê Ebdulfetah El Hemadî daxuyanî xwend.

El Hemadî destnîşan kir ku gelên herêmê xwedî li projeya neteweya demokratîk derketin, ji lew re dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dgirker û diyar kir ku ev proje mafên tevahî beşên gel misoger dike, demokrasiyê pêk tîne û dikare aloziya Sûriyê çareser bike.

El Hemadî bal kişand ser êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî herêmê pêk tîne û got ku ji ber êrişan jiyana bi milyonan şênî û koçberên li herêmê ketiye xeteriyê.

El Hemadî bi navê Rêxistinên Civaka Sivîl bang li pêkhateyên herêmê, gelên cîhanê û saziyên siyasî, civakî û hiqûqî kir ku piştgiriyê bidin hemleya ferzkirina qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku dengê gelên herêmê bigihêje tevahî cîhanê.

El Hemadî di dawiyê de bang li NY`ê, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnasan kir ku dawî li tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan bînin, ji ber ku Rêber Ocalan damezrênerê fikrê neteweya demokratîk û biryatiya gelan e û xwest ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin.

(cx)

ANHA