QSD`ê balafireke intîharî ya dewleta Tirk xist xwarê

Hêzên Sûriya Demokratîk duh balafireke keşfê ya intîharî ya dewleta Tirk a dagirker xist xwarê.

QSD`ê balafireke intîharî ya dewleta Tirk xist xwarê
11 kanûn, 2022   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ev daxuyanî weşand:

“Duh balafireke keşfê ya intîharî li bajarokê Zirganê di dema amadekariya êrişê de bû, êvarê di seet 17:00`an de ji aliyê hêzên me ve hat hedefgirtin. Di encamê de ev balafir hat rûxandin.”

(cx)