Li Siwêdayê gel dîsa daket qadan

Bi dehan şêniyên bajarê Siwêdayê car din dest bi xwepêşandan kir û banga başkirina rewşa jiyanî û çareserkirina aloziya sotemeniyê kir.

Li Siwêdayê gel dîsa daket qadan
11 kanûn, 2022   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro bi dehan welatî daketin Qada Trafîkê ya li bajêr û li hember rewşa jiyanî, ewlehî û xizmetguzarî ya xirab û aloziya sotmeniyê nerazîbûn nîşan dan.

Xwepêşandêran bang li tevahî herêmên Sûriyê kir ku heta pêkanîna daxwazên wan xwepêşandanan dewam bikin. Hin welatiyan jî ji tirsa destwerdana hêzên ewlekariyê yên ku li kolanan belav bibûn, beşdarî xwepêşdanê nebûn.

Yekşema borî li Siwêdayê aloziyeke mezin derketibû û ji ber rewşa jiyanî û aborî ya xirab gel dest bi xwepêşandanan kiribû.

(cx)