Saziyên hiqûqî: Divê NY dewleta Tirk ji ber sûcên wê ceza bike

Komeleya Mafên Mirovan û Yekitiya Parêzeran ên herêma Cizîrê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke hevbeş da û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku erkên xwe bi cih bîne û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bike.

Saziyên hiqûqî: Divê NY dewleta Tirk ji ber sûcên wê ceza bike
10 kanûn, 2022   12:07
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê daxuyaniyeke hevbeş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê da.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan çalakvan û hiqûqnasan ji aliyê endama rêveber a komeleyê Evîn Cuma ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di demekê de ku cîhan Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bi dirûşma "Pêkanîna mafên her kesî di derfet, encam û wekheviya bi rûmet de" pîroz dike, lê ev yek pêk nayê û tu wekhevî û qanûnên navneteweyî li ser erdê pêk neyên û tenê weke peymanekê di navbera hikumet û gelan de dimînin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tişta li qada Sûriyê rû dide bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneya hilweşîna rewşa mafên mirovan e. Ew yek bi sedema teror û bikarnîna çekên wêraniya giştî, xizantî, nexweşiyên giran, hilweşîna jîngeh, tundiya sivîl, êriş, dagirkerî, pêkanîna sûc û komkujiyên li dijî mirovahiyê ne. Ev hemû li gel tunebûna kedên navneteweyî pêk tên.

Ev gel hîna ji hêla dewleta Tirk a dagirker ku li ber gefên êrişên bejahî hemwextî bombebarankirina bi dron û balafirên şer e. Dewleta Tirk sûcên revandin, tecawîzkirin û dûrxistina zayendî û nefretê pêk tîne.

Êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikevin xana sûcên navneteweyî û di encama van êrişan de gel bi tevahî di wêraniyê de ye. Bi sedema bikaranîna çekên wêraniya gişt û tunebûna derfetên jiyanê gel ji xwarin, dermanan hate mehrûmkirin, xizantî û nexweşiyên giran belav bûn û jîngeh hilweşî. Her wiha bi sedema êriş û gefên êrişkirinê yên bênavber derfet li pêş zindîkirina rêxistina DAIŞ′ê tê vekirin ku careke din gelê herêmê pê re rû bi rû bimîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Li gorî madeya 99′an a peymana NY′yê em bang li sekreterê giştî ya NY′yê dikin ku rola xwe ya rêveber pêk bîne û bang li Konseya Ewlehiyê bike ku li gorî benda 7′an a NY′yê tev bigere ku rola vê desthilata rêveber aktîf bibe. Ger nebe dê teror û dagirkerî dewam bike û encamên karesatê bi xwe re bîne. Divê li gorî biryara NY’yê ya 2254′an xebat pêk were."

(fr)