​​​​​​​YPGʹê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin

YPGʹê ragihand ku şervanên wan Dilxwaz Agir û Hisên Mamed 3ʹyê Kanûnê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Amûdê de şehîd bûne.

​​​​​​​YPGʹê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin
10 kanûn, 2022   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên YPGʹê yên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser navçeya Amûdê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 3’yê Kanûnê de li ser rêya Amûdê nêzî gundê Raya balafira keşfê a dewleta Tirk a dagirker seyareyeke ku 2 hevrêyên me têde bûn, kir hedef. Di encama êrişê de hevrêyên me Dilxwaz Agir û Hisên Mamed şehîd ketin.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya konsepta ku serî de qirkirina gelê Kurd û gelên azadîxwaz a herêmê kiriye hedef bi salan e êrişên cir bi cur li ser axa me pêk tîne. Ji sala 2021’an ve êrişên xwe bi zêdetir bi balafirên keşfê hem şervan û hem jî gelê me yê sivîl dike hedef û êrişan lidar dixe. Ji 19’ê şeva Mijdarê ve jî bi seranserî axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên şer û keşfê bûye hedefa dewleta Tirk a dagirker. Hinceta van êrişan bi temamî li ser mayîn û berdewamîya îqtîdara AKP û MHP’ê ye. Êrişa dawî a li ser seyareya hêza me jî di vê çarçoveyê de ye.

Hevrêyê me Dilxwaz Agir û Hisên Mamed ji deverên cûda ên xaka Kurdistanê bûn, li ser armanca azadîya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin gel hev û bûn têkoşerê gelê xwe. Li hember gel û dîrokê xwe berpirsyar dîtin û ji bo azadîyê barê giran ê şoreşê girtin li ser milên xwe. Her du hevrêyên me yên hêja ku mêrxasên gelên me ne, di jiyana xwe ya şoreşgertiyê de di her şert û mercê de ji her karê re amade bûn. Erk û berpirsyartiyên xwe li hember gel û dîrokê bicîh anîn. Şehadeta her du hevrêyên me wê di têkoşîna me ya azadiyê de hêz bide me û armancên wan hevalan da ku pêk bînin emê bi têkoşînekê hîn baştir û xurttir bidin meşandin.

Nasnameyên pakrewanên me wiha ye:

Nasnav: Dilxwaz Agir
Nav û Paşnav: Osman Mutlu
Navê Dayikê: Salîha
Navê Bav: Sekvan
Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê, 3 Kanûn 2022

 

Nav û Paşnav: Hisên Mamed
Navê Dayikê: Necah
Navê Bav: Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê, 3 Kanûn 2022

Em di serî de ji malbatên hêja yên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”