′Tecrîda li ser rêber Ocalan tecrîda li dijî hemû gelan e′

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa bi xwepêşandanekê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re û sekna li dijî tevahî projeyên dagirkeriyê anî ziman.

′Tecrîda li ser rêber Ocalan tecrîda li dijî hemû gelan e′
10 kanûn, 2022   11:18
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa yên Qamişloyê bi xwepêşandanekê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re nîşan da.

Xwepêşandan ji pêş navenda tevgera ciwanan a li rojavayê Tirbespiyê dest pê kir û li tevahî sûka navendî geriya.

Li dawiya sûka navendî xwepêşandan vegerî mîtîngê, li wir endamê tevgerê Mihemed El Meyah axivî û got: "Tecrîda li dijî rêber Ocalan li dijî hemû gelên herêmê ye û hêzên gerîla li dijî vê siyasetê mertal in."

El Meyah wiha domand: "Em ciwan bi fikir û felsefeya rêber Ocalan ve girêdayî ne û di şera rewa ya li dijî hemû projeyên dagirkeriyê bi hêzên gerîlayan re ne."

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(fr)

ANHA