​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Ereb piştgiriya xwe bi QSDʹê re nîşan da

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Birakê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriya xwe bi QSDʹê re anî ziman.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Ereb piştgiriya xwe bi QSDʹê re nîşan da
10 kanûn, 2022   11:11
QAMIŞLO

Şên û rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Birakê li Çerxerêya Şehîdan a naverasta navçeyê kom bûn û daxuyanî da.

Rûspiyê eşîra El Elî, Hisên Mihemed El Sultan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî peymanên agirbestê yên ku bi DYA û Rûsyayê re îmze kiriye, binpê dike û hewl dide tevliheviyê li herêmê belav bike.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û wiha hate domandin: "Em xwediyê vê xakê ne, em banga aştiyê dikin. Divê hêzên navneteweyî helwesteke xurt nîşan bidin."

Rûspiyên navçeyê di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi QSDʹê re anîn ziman.

(bb)

ANHA