Ji Efrîn heta Dêrikê binpêkirinên salekê yên dewleta Tirk

Di salekê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişên dewleta Tirk de, 54 jê hêzên parastinê bi giştî  113 welatî şehîd bûn. 52 leşkerên hikûmeta Şamê jî jiyana xwe ji dest dan.

Ji Efrîn heta Dêrikê binpêkirinên salekê yên dewleta Tirk
10 kanûn, 2022   01:40
NAVENDA NÛÇEYAN- CÎHAN BÎLGÎN

10`ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan e. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn Netewên Yekbûyî (NY) bi armanca parastina mafê mirovan di 10`ê Kanûna 1948`an de Danezana Mafê Mirovan a cîhanê pejirand. Di ser qebûlkirina danezanê re 74 sal derbas bûn, lê binpêkirinên mafan hê jî berdewam dikin. Bi taybetî welatên ku danezan îmzekirine van binpêkirinan dikin.

Yek ji herêmên ku herî zêde maf lê tên binpêkirin û komkujî pêk tên jî Kurdistan e. Bi taybetî dewleta Tirk li çar perçeyên Kurdistanê van sûcên xwe didomîne û kes dengê xwe dernaxe.

Bi minasebeta Roja Mafê Mirovan me jî binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker di nava salekê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, kom kirin.

ÇILE

Di encama topbaran û sûîqastê de li Kobanê yek, li rojavayê Girê Spî 2, li Eyn Îsa jî 2 welatî şehîd bûn.

Li Zirganê 2, li Kobanê zarokek û 11 kes, li rojavayê Girê Spî 12, li Eyn Îsa di nav de 2 zarok 15 welatî bi topên dagirkeriya Tirk birîndar bûn.

Li Kobanê leşkerekî hikûmeta Şamê di encama topbaranê de jiyana xwe ji dest da û leşkerek birîndar bû.

Meclisa Navçeya Zirganê hate hedefgirtin û zirarên madî çêbûn. Di encama êrişên dijî Til Temirê de jî zirarên madî gihîştin xetên kehrebê.

SIBAT

Di encama topbaran û bombebaranê de li Amûdê zarokek, li Eyn Îsa jî welatiyek şehîd bûn.

Di encama topbaran û bombebarana keşfên biçek de li Dêrikê yek, li Şehba 5, li Zirganê yek, li Minbicê 3, li Amûdê di nav de zarokek 3 kes, li Qamişlo 4 û li Til Temir jî welatiyek birîndar bûn.

Di encama topbaranê de li Til Temirê de 2, li Şehba jî 7 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Gundê Teqil Beqil yê herêma Dêrîkê jî bû hedefa êrişên dagirkeran û di encamê de stasyona 4`an a kahrebê zirar dît.

Gundê Qeramil yê girêdayî Şehba 8 obîs li dibistana gund ketin.

ADAR

Di encama topbaranê de li Eyn Îsa 5 welatî birîndar bûn.

Li Şehba jî ji ber topbaranê 4 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Li Til Temir transê xeta 66`an a kahrebê ji xizmetê derket.

NÎSAN

Di encama topbaran û bombebarana keşfên biçek de li Til Temirê endamê Meclisa Leşkerî ya Suryanî, li Qamişlo endamekî Hêzên Erka Xweparastinê, li Kobanê jî 3 şervanên YPJ`ê şehîd bûn.

Li rojavayê Girê Spî ji ber topên dagirkeran welatiyek şehîd bû.

Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Zirganê hat bombebarankirin û 3 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Her wiha di encama êrişa hewayî ya dijî erebeya wan de, hunermend Ferhadê Merdê û kesekî din pê re birîndar bûn.

Di encama topbaranê de li Zirganê 9, li Til Temirê 4, li Kobanê 2, li rojavayê Girê Spî jî welatiyek birîndar bûn.

Li gundê El Xazilî yê girêdayî Eyn Îsa mala welatiyê bi navê Hesen Hemed Elselama hate hedefgirtin û di encamê de zirarên madî gihiştin mal û milkên wî.

Li Zirganê ji ber êrişan zirarên madî gihîştin şebekeya înternetê, li Til Temirê jî 5 mal hatin rûxandin.

Stasyona kehrebê ya Til Temirê bû hedefa êrişên dagirkeran û ji xizmetê derket.

GULAN

Li Qamişlo di encama êrişa hewayî de şervana YPJ’ê Mizgîn Botan û welatparêzê Kurd Kesra Melek şehîd bûn, şervana YPJ’ê Dicle Cûdî û Hêvîdar Dirbêsiyê jî bi giranî birîndar bûn.

Li ser rêya Helebê ya başûrê Kobanê jî balafriên keşfê yên biçek welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê bi navê Ekrem Ustek şehîd kir.

li Minbic di nav de jinek û zarokek 4 welatî, li Eyn Îsa 4 zarok û 6 welatî, li Til Temirê 3 karker û li Qamişlo 3 welatî di encama topbaran û bombebaranê de birîndar bûn.  

Li navenda navçeya Zirganê di encama topbarana dagirkeran de agir bi mala welatiyekî ket.

HEZÎRAN

Li Minbicê di encama topbaranê de 2 zarok şehîd bûn. Li Şêrawa welatiye ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin.

Di encama êrişên bi balafirên keşfê yên biçek, topbaran û sûîqastê de li Qamişlo 5, li Eyn Îsa yek, li rojavayê Girê Spî 3, li Zirganê zarokek û 2 kes, li Şêrawa zarokek û jinek, li Eyn Îsa jî 5 welatî birîndar bûn. 

Li Balafirgeha Minix ya li kantona Şehbayê 2, Til Temirê 6 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Çeteyan li Şêrawa 6, li rojavayê Girê Spî jî welatiyek revandin.

Li Minbicê mizgefta gundê El Cat û li Zirganê nexweşxane hatin hedefgirtin. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Goristana Êzîdiyan a gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ji aliyê dagirkeran ve hate xirabkirin.

Li Eyn Îsa û Til Temirê jî xetên kehrebê hatin hedefgirtin û ji xizmetê derketin.

TÎRMEH

Keşfên biçek ên dewleta Tirk a dagirker li Qamişlo erebeyek kir bombe kir, di encamê de Fermandara YAT`ê Jiyan Tolhildan, Fermandara YPJ`ê Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan şehîd bûn. Li navçeya Eyn Îsayê balafirên keşfê yên biçek erebeya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir hedef, di encamê de endamên hêzên ewlekariyê Selma Elî Mistefa, Sara Mihemed Hisên, Cîhan Mihemed Mistefa û Beşar Mihemed Hozan şehîd bûn.

Li Kobanê di êrişa balafira keşfê ya biçek de Fermandar Berxwedana Kobanê û Kendal Rojava şehîd bûn. Li Til Semin ya girêdayî bajarê Reqayê jî erebeyek bû hedefa êrişa hewayî û di encamê de Fermandara YPJ`ê Mizgîn Kobanê şehîd bû.

Di encama topbaran û bombebaranê de li Eyn Îsa zarokek û 3 kes, li Til Rifet zarokek, li Minbic welatiyek, li Til Temir jî 3 welatî şehîd bûn.

Li Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk zarokê bi navê Hemîd Hamid ElXilêf qetil kir.

Di encama topbaranê de li Zirganê û Til Temirê 2 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Di encama topbaranê de li Til Temirê 3 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê birîndar bûn.

Di encama topbaranê de li Eyn Îsa 2 zarok û 3 kes, li Efrînê 3, li Til Temirê di nav de 2 zarok 38 kes, Eyn Îsa yek, li Zirgan 2 zarok û 2 kes, li Til Rifet 15 welatî birîndar bûn.

Di êrişa balafira keşfê ya biçek û topbarana li ser navenda Til Rifet û Efrînê 4 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Li Efrînê çeteyan 4 hemwelatî revandin.

Stasyona kahrebê ya navçeya Til Temirê di encama topbaranê de ji xizmetê derket. Li Eyn Îsa yê li ser rêya M4 balafira keşfê ya biçek gaziyê kir hedef.

Li Til Rifetê dagirkeran 20 hawan avetin komîna 14`an.

TEBAX

Di encama bombebarana balafirên keşfê yên biçek de li Qamişlo 8, li Til Temirê 2, li Amûdê 5 şervanên QSD`ê û Erka Xweparastinê şehîd bûn.

Li Til Temir 2, li Kobanê di nav de zarokek 2 welatî, li Qamişlo 2 zarok û welatiyek, li Şehba zarokek, li Til Rifet 4, li Hesekê 5 zarok di encama êrişan de şehîd bûn.

Li Dirbesiyê yek, li Til Temir 3, li Kobanê 16 leşkerên hikûmeta Şamê di encama êrişên balafirên şer û topbaranê de jiyana xwe ji dest dan. 

Di encama êrişên bejahî û hewayî de li Til Rifetê 7 zarok û 14 kes, li Şêrawa zarokek, li Qamişlo 3 zarok û 13 kes, li Kobanê 4, li Eyn Îsa 4, li Amûdê 2, li Til Temirê yek, li Şehba yek, li Tirbespiyê 2 zarok û 3 kes, li Hesekê 10 zarok, li Zirganê jî zarokek birîndar bûn.

Li Şêrawa 3, li rojavayê Girê Spî yek û li Kobanê 3 leşkerên hikûmeta Şamê di topbaranê de birîndar bûn.

Li Eyn Îsa yê di encama êrişan de cihên kehrebê hatin hedefgirtin û zirarên madî çêbûn.

Li Eyn Îsa erebeya welatiyê bi navê Mesûd Mihemed Elî hat hedefgirtin. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

ÎLON

Di encama êrişa balafirên keşfê yên biçek de li rojavayê Girê Spî 2 fermandarê YPG`ê Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos û 3 şervanên Dîsîplîna Leşkerî, Li Girkê Legê Hevserokên Nivîsgeha Dad û Çeksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd bûn.

Li Zirganê 2, li Eyn Îsa 2 welatî di encama êrişên balafirên keşfê yên biçek û topbaranê de şehîd ketin.

Di encama topbaran û bombebaranê de li Kobanê yek, li Eyn Îsa 3, li Zirganê 5 welatî birîndar bûn.

Bi topên dagirkeran li Til Temir yek, li Kobanê jî 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Stasyona kahrebê ya navçeya Til Temirê hat hedefgirtin û ji xizmetê derket.

COTMEH

Di êrişa balafirên keşfê yên biçek de li Dêrikê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro û li Qamişlo jî 2 welatî şehîd bûn.

Li Til Temirê di topbaranê de leşkerêkî hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da, 5 leşker jî birîndar bûn.

Di encama topbaranê de li Til Temir 2, li Şêrawa 2 zarok birîndar bûn.

Li Eyn Îsa di encama topbaranê de mizgefta gundê Fatisa hate rûxandin û gelek zirar gihîştin malên welatiyan.

Li Til Temirê dîsa stasyona kahrebê hate topbarankirin û ji xizmetê derket.

MIJDAR

Di encama êrişên hewayî yên balafirên keşfê û yên şer de li Qamişlo şervanekî QSD`ê, li Til Temir endamekî Erka Xweparastinê û 2 şervanên QSD`ê, Holê 8 şervan, li Zirganê endamekî hêzên ewlekariyê û 2 nobedar, li Dêrikê nûçegîhanê ajansa me jî din av de 11 welatî, li Hesekê jî 2 şervanên YAT`ê şehîd bûn.

Li navçeya Şera ya Efrînê 14, li rojavayê Girê Spî yek, li Şehba 3, li Zirganê 3, li Til Rifet 6, li Kobanê jî leşkerekî hikûmeta Şamê di encama bombebarana balafirên şer, keşfê û topbaranê de jiyana xwe ji dest dan.

Di encama êrişên balafirên şer û keşfê biçek de li Hesekê 3 şervanên YAT`ê, Til Temir jî 3 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê birîndar bûn.

Di êrişên bi balafirên şer, keşfên biçek û topbaranê de li Şehba 2, li Qamişlo 6, li Til Temir zarokek û 2 kes, li Zirgan 7, li Çilaxa 2 endeziyar, li Tirbespiyê 4 karker, li Dêrik 6, li Kobanê zarokek û rojnamevanek, li Şêrawa yek, li Amûdê 2 welatî birîndar bûn.

Di bombebarana balafirên şer, keşfên biçek û topbaranê de li Kobanê 3, li Zirganê 4, li Şera 5, li Şehba 6 û li Til Rifet 9 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Bi dehan caran balafirên şer û keşfên biçek li Zirganê depoyên Dahir El Ereb, li Kobanê nexweşxaneya Korona û navendeke tenduristiyê, stasyona gazê û kahrebê li Dêrikê, stasyona petrolê li Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişlo, stasyona zêdekirina tov û kahrebê li Tirbespiyê hatin bombebaran û topbarankirin. Di encamê de nexweşxane, navenda tenduristiyê û stasyon hatin rûxandin û ji xizmetê derketin. Xetên kehrebê li Dêrik, Qamişlo û Tirbespiyê hatin hedefgirtin û kehrebey li ser herêma Cizîrê qut bû.

Di 22`ê Mijdarê de li Şêrawa bombeya fosforê êriş hat kirin. Her wiha di 23`ê Mijdarê de li kampa Eyn Îsa bombeyên bombetar ên qedexekirî hatin bikaranîn.

JI 1 HETA 8`ê KANÛNÊ

Di encama topbaranê de mizgefta gundê Tilwaziyê yê Eyn Îsa hate rûxandin.

Firina gundê Rebîat a girêdayî navçeya Zirganê di encama topbaranê de hate rûxandin û ji xizmetê derket.

Çavkanî: Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)

ANHA