Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê 70 hezar ton tovên genim belav kiriye

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha bêhtirî 70 hezar ton tovên genim li şaxên şîrketê belav kiriye da ku li cotkaran were belavkirin.

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê 70 hezar ton tovên genim belav kiriye
10 kanûn, 2022   03:15
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Di 2 salên borî de hişkesaliyê li Bakur û Rojhilatê xist, hemwextî wê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, dorpêçkirina wê û kêmkirina ava çeman ji aliyê wê ve hebûn, di encamê de qada çandinî û xwedîkirina ajalan bi paş ketin.

Tevî van zehmetiyan jî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Desteya Çandinî û Avdanê hewl da destekê bide çandinî û cotkarên herêmê.

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê, li gorî peyman pêdiviyên çandiniyê wekî tov, semad û sotemenî ji cotkaran re peyda dike, bi şertî ku cotkar li dawiya mewsim berhemê xwe bidin embarên şîrketê, ku paşê cotkar dê nirxên madeyên ku wan bi dest xistine, bidin.

Heta niha şîrketê nêzî 6 hezar peyman li ser rûbera 350 hezar donim bi rêjeya 11 hezar ton tovên genim, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne.

Şîrketê ji bo çandiniya bejayî heta niha 60 hezar ton tov li cotkaran belav kirin.

Tê zanîn ku şîrket 14 cûreyên tovên nerm û hişk bi bihayê 2 hezar û 300 û bi 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyê li cotkarên ku peyman pêk anîne belav dike.

Ji bo wergirtina madeyan jî, divê cotkar biçin Gerînendetiya Çandiniyê ya herêma xwe û kaxezekê bistîne ku li gor wê tovan ji Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê werbigire.

BÊHTIRÎ 70 HEZAR TON TOV BELAV KIRIYE

Berpirsên şîrketê dan zanîn ku heta niha bêhtirî 70 hezar ton tovên genim li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye belavkirin.

Cotkarê bi navê Elî Cemîl Oso ji gundê Elî Fero yê Qamişloyê ye, diyar kir ku sîstema belavkirina tovan baş e û buha jî guncaw e û ji bo pêşxistina çandiniyê û teşwîqkirina cotkaran alîkar e.

DAXWAZÊN DERBASKIRINA PIRSGIRÊKA BELAVKIRINA MAZOTA JI BO AVDANÊ

Oso destnîşan kir ku pirsgirêka li pêşiya wan ew e ku di peydakirina mazotê ya ji bo jenaratorên avdanê de zehmetiyê dibînin û daxwaz kir ev pirsgirêk di vê mewsimê de bê derbaskirin.

Oso got, divê aliyên têkildar li rewşa mazotê û jenaratorên binêrin, nemaz ku dema cotkirinê û reşandina tovan destpê kiriye, lê hîna mazot wernegirtine.

 

 

Cotkarê bi navê Silêman Sifo ji navçeya Çilaxa lê li Qamişloyê dimîne jî pirsgirêka peydakirina mazotê ji bo avdanê anî ziman.

PLANA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊ

Hevserokê Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed El Dexîl ji ajansa me re diyar kir ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmpeydabûna mazotê bi Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û rêveberiyên herêman û yên sivîl re civiyan.

Her wiha destnîşan kir ku wan ji bo diyarkirina demên belavkirina mazotê û avdanê planek amade kirin.

El Dexîl da zanîn ku ew ji ber hişkesaliyê heta niha zehmetiyan dikişînin û ji bo destekdayîna cotkaran û peydakirina tov, semad û sotemeniyê ji wan re di hewldanan de ne û got: “Armanca me ya sereke çandiniya avî ye, lê em çandiniya bejî jî paşguh nakin û destekê didin wan cotkaran jî.”

El Dexîl destnîşan kir ku tevî bandora hişkesaliyê û dorpêçê kirîna berhemê li gor salên borî baş e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê berhema genim sala borî kîlo bi 2 hezar û 200 lîreyên Sûriyê ji cotkaran kirî û “genimê peymanan” bi 2 hezar û 700 lîreyên Sûriyêê kirî û tevî lêçûna paqijkirin bihayê kîloya genim 2 hezar û 300 lîre diyar kir.

(mh)

ANHA