ʹDewleta Tirk xeyalên xwe li Iraqê pêk tîne û hikumeta Hewlêrê xizmeta wê dikeʹ

Lêkolîner û rojnamevanên Iraqê diyar kirin ku dewleta Tirk sûdê ji şer û nakokiyên navneteweyî digire da ku planên xwe yên dagirkirinê li Iraqê pêk bîne. Her wiha gotin, hikumeta Başûrê Kurdistanê xizmeta dewleta Tirk dike û berxwedana gel a li hemberî dagirkeriyê asteng dike.

ʹDewleta Tirk xeyalên xwe li Iraqê pêk tîne û hikumeta Hewlêrê xizmeta wê dikeʹ
10 kanûn, 2022   04:26
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Lêkolîner û rojnamevanên ji Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANHAʹyê re axivîn.

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewan El Beydanî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker her carê êrişî herêmên cuda yên parêzgeha Dihokê û derdora Hewlêr û Silêmaniyê dike û got: "Rewşa cîhanê ya ji ber aloziya li Ukraynayê, nakokiyên dijwar ên di navbera Washington û NATO li aliyekî û Moskova li aliyekî din de, derfet da Tirkiyê ku bi vî rengî tevbigere. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka naxwaza di vê demê de têkiliyên xwe bi Tirkiyê û Rûsyayê re xirab bike. Tirkiyê niha xeleka gihandinê ya di navbera Washington û Moskova de ye. Her wiha xeleka pevguhestina agahiyan a di navbera Rûsya û Ewropayê de, taybet di mijara Ukraynayê de ye."

Dr. El Beydanî destnîşan kir ku rewşa navneteweyî rê li ber Tirkiyê vekir, ji ber vê yekê wiha nêzîk dibe da ku xeyalên rayedaran bi cih bîne. El Beydanî îşaret pê kir ku dewleta Tirk gelek caran eşkere ragihand ku dixwaze bakurê Iraqê dagir bike.

LI HEMBERÎ ARTÊŞA TIRK GENGAZ E KU ARTÊŞA IRAQÊ WERE XURTKIRIN

Têkildarî asta cidiyeta hikumeta Iraqê ya rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk Dr. Cewad El Beydanî wiha got: "Iraq ne xwedî ewqas çek e ku li hemberî Tirkiyê bisekine. Her wiha artêşa Iraq ne amade ye. Hemû derfetên wê 32 balafirînê F16 ne, beşek mezin jê naxebitin, ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka parçeyên van balafiran naşîne. Heman demê du refên balafirên Sukhoi li gel wê hene û baregehên wan eşkere ne, kî bide dikare bi hêsanî êrişê wan bike. Cudahiyeke mezin di navbera budceya leşkerî ya artêşa Iraq û budceya artêşa Tirk de heye."

El Beydanî îşaret pê kir ku eger hikumeteke Iraqê ya hevgirtî hebe dikare artêşa Iraqê û kapasîteya wê xurt bike, di encamê de dikare li hemberî artêşa Tirk bisekine û encaman bi dest bixîne.

ʹDESTHILATA HEWLÊRÊ XIZMETA DAGIRKERIYÊ DIKEʹ

Rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê iraqê Amir El Mewsewî anî ziman ku helwesta Bexdayê ya ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê cidî ye, lê hêza wê partîkê têrê nake, ji ber ku nêrînên siyasî yên li ser vê mijarê ji hev cuda ne.

Amir El Mewsewî got: "Hinek hene daxwaza avakirina hêzên şerker ên federal li ser sînorê Tirkiyê dikin, lê hinek vê yekê red dikin û vekişandina dosyayê ji destê rêveberiya herêma Kurdistanê dikin hincet, dibe ku ev yek desthilata Hewlêrê li ser mijara sînor lawaz bike, ku di esas de helwesta wê ya li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yên di xaka Iraqê de ne zelal e."

El Mewsewî îşaret pê kir ku metirsî hene ku ev mijar derbasî qada navneteweyî bibe û got: "Ji ber ev yek dê deriyan li ber destwerdanên berfireh ên dewletên din vedike.ʹʹ

Rojnamevan Amir El Mewsewî di dawiyê de got: "Lidarxistina berxwedaneke gelê Iraqê ya li hemberî dewleat Tirk ne pêşbênî kiriye, ne ji ber ku daxwaza gel a vê yekê nîne, lê sedem tunebûna daxwaza Hêwêrê ye, ji ber ku têkiliyên wê bi Tirkiyê re fireh in.ʹʹ

(bb)

ANHA