​​​​​​​Bi rêbazên cuda li hemberî ambargoyê li ber xwe didin

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ferz kiriye, şênî ji bo germkirinê alternatîf peyda kirine.

​​​​​​​Bi rêbazên cuda li hemberî ambargoyê li ber xwe didin
10 kanûn, 2022   00:09
HELEB

Ji ber ambargoya giran a ku hikumeta Şam li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, welatiya bi navê Mizgîn Yûsif paç û kaxezan di sobê de dişewitîne da ku zarokên xwe germ bike.

Tevî ku zarokek wê bi nexweşiya rebû ketiye û dûmana şewitandina paç û kaxezan bandorê li tenduristiya zarokê wê dike,  lê xweparastina ji sermayê armanca pêşîn a malbatê ye.

Li taxê sotemenî kêm e, heger peyda bibe ku lîtreyeke mazot dighêje 9 hezar lîreyên Sûriyê.

Li ser ziyan û xetereyên ku ji ber şewitandina van madeyan derdikevin Mizgîn Yûsif got: "Tiştek ji dest dernayê."

Rewşa Mizgîn Yûsif mîna rewşa bi hezaran malbatên li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê ye ku ji ber ambargoyê zehmetiyan dikişînin.

Ji 20ʹê Tebaxa 2020ʹî ve hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ferz kiriye. Ev ambargo jiyana bi hezaran şêniyan dixe xeteriyê, nemaze ligel demsala zivistanî û tunebûna sotemeniyê.

Mizgîn Yûsif anî zima ku bi îrade û israr li ber xwe didin û teslîmiyetê red dike û wiha domand: "Hevjînê min di çapxaneyê de kar dike. Di havînî de parçeyên kaxez, caw û kartonan kom dike da ku em di zivistanî de ji bo şewitandinê bi kar bînin, ji ber ku di encama ambargoya ku Firqeya 4ʹan a hikumeta Şamê ferz kiriye de sotemenî tune ye."

Ji ber ambargoyê sotemenî li her du taxan tune ye û di encamê de jenartor naxebitin û kehrebe li ser her du taxan qut e, ji ber vê yekê Mizgîn mûman bi şevê bi kar tîne. Mizgîn xîtabî hikumeta Şamê kir û got: "Çi ji me dixwaze, ji bilî jiyaneke ewle ji bo xwe û zarokên xwe em tiştekî din naxwazin, me êrişî tu kesî nekiriye, çima mafên me yên biçûk û rewa diçewisîne?"

Mizgîn Yûsif di dawiyê de bal kişand ser berxwedana li hemberî ambargoyê û got: "Yên ku pariya xwarina me qut bike, divê nas bike ku siyasetên li hemberî me bi kar tîne, bê fêde ne. Em bi derfetên xwe yên biçûk pêwîstiyên jiyanê peyda dikin."

(bb)

ANHA