Balafirekê li Şarbajêrê malek bombebaran kir -HATE NÛKIRIN

Balafireke bêmirov a biçek li gundê Sipîdar ya Şarbajêr malek bombebaran kir. Li gorî agahiyan ziyanên canî çênebûne.

Balafirekê li Şarbajêrê malek bombebaran kir -HATE NÛKIRIN
9 kanûn, 2022   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê balafireke bêmirov du caran êriş bir ser maleke li gundê Spîdar ya ser bi bajaroka Zelan ya Şarbajêr ya girêdayê bajarê Silêmanî.

Li gorî agahiyên ku Qeymeqamê Çiwarta Şaho Osman daye ragihandinê, balafir îro êvarê du caran êriş biriye ser gundê Sipîdar û bombe lê barandiye.

Şaho Osman dibêje, li gund tenê du mal niştecih in û ew welatî jî bi sewalkariyê ve mijûl in û got, ti ziyanên giyanî çênebûye.