ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-12-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-12-2022
9 kanûn, 2022   23:00

-Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana gerîla, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşekê li navçeya Tirbespiyê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveyên civînên nirxandina geşedanên siyasî de, Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê civînekê ji jinan re li dar dixe, saet 14:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di salekê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişên dewleta Tirk de, 54 jê hêzên parastinê bi giştî  113 welatî şehîd bûn. 52 leşkerên hikûmeta Şamê jî jiyana xwe ji dest dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ferz kiriye, şênî ji bo germkirinê alternatîf peyda kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolîner û rojnamevanên Iraqê diyar kirin ku dewleta Tirk sûdê ji şer û nakokiyên navneteweyî digire da ku planên xwe yên dagirkirinê li Iraqê pêk bîne. Her wiha gotin, hikumeta Başûrê Kurdistanê xizmeta dewleta Tirk dike û berxwedana gel a li hemberî dagirkeriyê asteng dike. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha bêhtirî 70 hezar ton tovên genim li şaxên şîrketê belav kiriye da ku li cotkaran were belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA