​​​​​​​HRRKʹê xelata afrîneriyê da Mizgîn Tahir û Berzo Mehmûd

HRRK`ê xelata afrîneriyê ya sala 2022ʹyan da hunermend Mizgîn Tahir û  nivîsker û lêkolînerê ziman Berzo Mehmûd.

​​​​​​​HRRKʹê xelata afrîneriyê da Mizgîn Tahir û Berzo Mehmûd
9 kanûn, 2022   16:55
QAMIŞLO

Biryar bû ku şahiya dayîna xelata afrîneriyê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di 20ʹê Mijdara borî hatiba lidarxistin, lê ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê hat paşxistin.

HRRKʹê, îro bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîr, hunermend û wêjevan şahiya belavkirina xelatan li navenda xwe ya li taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê li dar xist.

/ar/uploads/files/2022/12/09/155450_111.webp

HRRKʹê xelata afrîneriyê ya Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê da hunermenda cîhanê ya opera Mizgîn Tahir û lêkolînerê ziman ê Kurd Berzo Mehmûd.

Xelata afrîneriyê ku hezar dolar û plaket e ji aliyê Dr. Ehmed Ebdo ve hate dayîn.

Di dawiya şahiyê de mûzîkjenê neyê Kawa Kalî, dengbêj Yasîn Botan, Elî Aştî û Welîd Telal hûnerên xwe pêşkêş kir.

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê 11ʹê Mijdarê bi dirûşma "Heta ximava dawî, heta dilopa dawî ya xwînê em li vir in" dest pê kir û 19ʹê heman mehê bi dawî bû. 134 wêjevan, helbestvan, nivîskar û şêwekar beşdarî mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de şano hatin pêşkêşkirin, semîner hatin dayîn, panel û şevbuhêrkên helbest û çîrokan hatin lidarxistin.

ANHA