​​​​​​​Dewleta Tirk bombeyan li Biradostê dibarîne

Balafirên şer ên dewleta  Tirk herêma Biradostê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bombebaran dikin.

​​​​​​​Dewleta Tirk bombeyan li Biradostê dibarîne
9 kanûn, 2022   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews, balafirên şer ên  dewleta Tirk  a dagirker Gewriya Singer û Berbizinan bi dijwarî bombebaran dikin.

Hate ragihandin ku du balafirên şer heya nîv saetî li ser herêma Biradostê geriyane û paşê jî dest bi bombebaranê kirine.

Ji ber rewşa ne aram ya herêmê û metirsiya berdewambûna bombebaranê têkildarî ziyanan tu zanyariyek bidest neket.