Ji ber êrişan birca peywendiyan a li Girê Spî ji xizmetê derket

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundê Salûk ê Girê Spî birca peywendiyê ji xizmetê derket.

Ji ber êrişan birca peywendiyan a li Girê Spî ji xizmetê derket
9 kanûn, 2022   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, binsazî û cihên xizmetguzariyê dike hedef.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di topbarana li ser gundê Salûk ê başûrê rojavayê kantona Girê Spî de birca peywendiyan rasterast hat hedefkirin, di encamê de intnernêtê û peywendî li ser herêma gundewarê kantonê hat qutkirin.

Ev ne cara yekemîn e ku dagirker birên peywendiyan dike ehdef. Li navçeya Zirganê ya kantona Hesekê jî birca peywendiya ya li navçeyê hat hedefkirin.

(bb)

ANHA