Malbatên girtiyên Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Malbatên girtiyên Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
9 kanûn, 2022   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Nêzî du sal in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç tevî xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbata bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Ocalan hefteyê du caran ji bo dîtina Ocalan serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin. Hin caran jî ji parêzeran re piştî bi mehan tê gotin ku cezayê dîsîplînê li Rêber hatiye Ocalan birîn û ji bo astengkirina hevdîtinan weke hincet tê nîşandan.