​​​​​​​400 hunermendên ji Îranê: Em amade ne ji bo hunermendên girtî dest bi çalakiyê bikin

400 sînemager, çalakvan, rewşenbîr û hunermendên Îranê da zanîn ku ew amade ne li dijî girtina hunermendan a ji aliyê dewleta Îranê ve dest bi çalakiya rûniştinê bikin.

​​​​​​​400 hunermendên ji Îranê: Em amade ne ji bo hunermendên girtî dest bi çalakiyê bikin
9 kanûn, 2022   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî û li dijî neheqiyê, bê navber dewam dike. Di serhildanan de heya niha bi dehan kes hatine kuştin, bi hezaran jî hatine binçavkirin û girtin. Di nav kesên girtî de rojnamevan, hunermend, sînameger û rewşenbîr jî hene.

400 sînemager, hunermend, çalakvan û rewşenbîran bi nameyek vekirî ku radestî Desteya Rêveber a Sînema û Lijneya Parastina Yasayî û Dadweriya derhênerên fîlman kir û got: “Çima girtina hunermendan berdewam e? Em amade ne soza ketina çalakiya sînemayê bi cih bînin.”

Di nameya ku roja 8’ê Kanûnê radestî desteyê hatî kirin de tê gotin: “Çima li beramberî ew tedbîrên ku hatine girtin, Mackan Iylanlo û girtiyên din ên hunerî nayên berdan?”

Kesayetên ku îmzeyê wan di bin nameyê de cih girt bal kişand li ser azadiya fikir û mafê xwepêşandêran û wiha nivîsandin: “Hunermend dengê gel in û nabe di girtîgehan de bin, ji bo encamdana wê erkeke civakî ye.”

Sînemagerên Îranê roja 5’ê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ger zext û girtin bi dawî nebin û sînemagerên ku hatin girtin neyên berdan, daxwaz ji hunermendan kirin ku dest bi çalakiya bikin û hevkariya li gel projeyên fîlm û televîzyonê red bikin û li ber deriyê sînemayê rûnin û dest bi çalakiya rûniştinê bikin.