Ji bo Rêveberiya Xweser û Şamê banga diyalogê

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê Mistefa Qelacî banga diyalogê li Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê kir û destnîşan kir ku diyalog wê krîza Sûriyeyê çareser bike û dawî li dagirkeriya Tirk bîne.

Ji bo Rêveberiya Xweser û Şamê banga diyalogê
9 kanûn, 2022   11:28
HELEB– MIHEMED EBDO

Qelacî ku ji ajansa me re axivî, behdsa êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, armancên wê, helwesta hêzên hegemonîk û rêbazên çareserkirina kirîza Sûriyeyeyê kir.

Qelacî dest bi axaftinê kir: “Destpêkê divê em qala mijareke girîng bikin. Em niha li hin deveran bi saya fedakariyên şehîdan bi aramî dijîn.”

Qelacî îşaret bi rola neyînî ya civînên Astanayê kir û diyar kir ku van êrişan bi lihevkirina aliyên Astanayê dest pê kirin, ku ew piştgiriyê didin projeya Tirkiyê ya hermên bêçek.

Qelacî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji dema civînên civînên Astana de li dijî ax û gelê Sûriyeyê dagirkeriyê pêk tîne.

AMERÎKA DI ÊRIŞAN DE HEVKAR E

Qelacî, Amerîka ji êrişên dawiyê yên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsiyar nîşan da û got ku ew di êrişan de şirîkê sereke ye û di navbera her du aliyan de lihevkirin heye.

ARMANCA ÊRIŞAN MAYÎNDEKIRINA PROJEYA MÎSAQÎ MILLÎ YE

Têkildarî armancên stratejîk ên dewleta Tirk a dagirker Qelacî got: “Em nabêjin armanc ji van êrişan Kurd sûriyeyî yên li herêmên hatine hedefgirtin in, lê belê armanc mayîndekirina projeya Mîsaqî Millî ya Tirkiyê ye ku Erdogan pê dixwaze gelek tiştan bi dest bixe, nexasim bi nêzbûna hilbijartinan re. Tê zanîn ku alîgirên wî li Tirkiyê pir kêm bûne û bi rêya derxistina aloziyên xwe ji derve re û li ser hesabê Sûriyeyiyan dixwaze gelê Tirkiyê dîsa bikişîne aliyê xwe.”

Qelacî diyar kir ku li gorî Mîsaqî Millî, dewleta Tirk eyaleta Helebê wek beşekê ji Tirkiyê dibîne û wiha dewam kir: “Eyaleta Heleb di vir de mebest ne tenê Heleb e lê belê parêzgeha Reqa û gundewarê wê, Heleb û gundewarê wê, Idlib û gundewarê wê, rojhilatê Lazîqiye heta herêma Naciye û beşek ji bakurê Hemayê heta Merdes e. Dagirkeriya Tirk jixwe Lîwa Skenderon sala 1939`an dagir kir, piştre Efrîn û herêma di navbera Girê Spî û Serêakniyê de dagir kir. Niha jî dîsa zextê dike.”

Qelacî bi bîr xist ku ew naxwazin artêşa Tirk a dagirker li ser xaka wan hebe, lê li gorî ku ew dişopînin dagirkeriya Tirk bi du aliyan zextê li gelê Sûriyê dike; aliyê Kobanê heta Eyn Îsayê da ku Minbicê dorpêç bike û wê dagir bike û aliyê Til Rifet ji aliy Ezaz û Minixê.

Qelacî anî ziman ku tevahî pêkhate dibin hedefa êrişan, şerê hatiye ragihandin jî bi armanca  dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê ye.

ÇARESERÎ BI HEVDÎTINA ŞAMÊ-RÊVEBERIYA XWESER PÊKAN E

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhertin û Roneansê ya Sûriyê Mistefa Qelacî destnîşan kir ku çareseriya yekane vekirina deriyên girtî yên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de ne û got ku yê herî zêde ji pêkneanîna lihevkirinan zirarê bibîne dê gelê Sûriyeyê be.

Qelacî wiha nirxandinên xwe berdewam kir: “QSD`ê û hikumeta Şamê hêzên çalak ên li ser erdê ne. Aliyê sêyemîn yan jî hêzên sêyemîn; hêzên di bin fermana dewleta Tirk de ne. Mixabin, ew jî welatiyên Sûriyê ne lê bi dewleta Tirk re dijî me hevkariyê dikin. Ji lew re divê hikumeta Şamê diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike ji ber ku aliyeke sûriyeyî ye û banga yekitiya axa Sûriyê dûrî girêdana bi aliyên derve dike. Divê em diyaloga niştimanî pêk anîn.”

RÛSYA Û ÎRAN BIRYARA SIYASÎ YA ŞAMÊ KONTROL DIKIN

Qelacî bal kişand ku li gorî destûra dawîn a 2012’an, berpirsiyariya parastina sînorên Sûriyê ya dewletê ye, erka wê ye, divê her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne û wiha dewam kir: “Em dorpêça li ser herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê sînorên Tirkiyê û Iraqê ve fêm dikin. Ji ber ku Tirkiye li bakurê Iraqê serwer e û zêdetirî 55 baregehên wê lê hene. Rûsya û Îran bi gelemperî biryara siyasî ya Şamê kontrol kiriye ku di heman wextê de, li ser welêt dorpêçeke siyasî ya giran heye, ev jî bandorê li hemû helwestên siyasî yan biryaran dike.”

Qelacî destnîşan kir ku wekî welatiyên Sûriyeyê divê dev ji mijarên tawanbarkirina bi xiyanetê berdin û ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê projeyên baştir bipejirînin û berjewendiyên tevahî Sûriyeyiyan biparêzin.

(mh)

ANHA