Bîlançoya 19 rojan a êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Dewleta Tirk a dagirker ji 19`ê Mijdarê ve û heta 7`ê Kanûn 217 gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 60 êrişên hewayî, 7 hezar û 227 top û hewanan topbaran kirin. Di encamê de gelek welatî şehîd bûn û birîndar bûn. Her wiha zirarên mezin gihaştin binesaziya herêmê.

Bîlançoya 19 rojan a êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
8 kanûn, 2022   15:34
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 19`ê Mijdarê ve û heta 7`ê Kanûnê, bi dijwarî bi balafirên şer û yên bêmirov, topavêj, tank û moşekan bi sedan gund, cih û binesaziya herêmê topbaran kirin.

Dewleta Tirk ji 19`ê Mijdarê û heta 23`yê Mijdarê, bi 47 êrişên hewazyî, 3 hezar û 761 çekên giran, hewan û tankan herêm topbaran kir.

Ji 23`yê Mijdarê û 7`ê Kanûnê dewleta Tirk 79 gundên herêma Cizîrê zêdetirî 412 caran bi çekên giran, 94 hewanan, çekên doşka, 13 caran bi balafirên bêmirov û 13 caran bi balafirên şer kirin hedef.

41 gundên kantona Şehba û Efrîna dagirkirî bi zêdetirî 2 hezar û 71 topan, 546 hewanan, 21 topên tankan û 350 bombeyan hatin topbarankirin.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi zêdetirî 287 hewan, 210 topên çekên giran, 20 caran bi tankan, bombeyan, suîqestê, 3 caran bi balafirên bêmirov û çekên BKC û B-7 herêma Firatê topbaran kir.

ZIRAR

Di encama topbarana li ser kantonên Şehba û Efrînê de, zarokek 9 salî û 2 welatî birîndar bûn û 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. Zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan û gelek mal bi temamî wêran bûn.

Li herêma Firatê, dewleta Tirk a dagirker nexweşxane, mizgefta bajarokê Tirwaziyê yê navçeya Eyn Îsa kir hedef û bi temamî rûxand. Her wiha nexweşxaneya Korona ya li ser lûtkeya çiyayê Meştenûrê bi temamî wêran kir.

Di hedefgirtina xalên hêzên hikumeta Şamê li herêma Firatê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, 15 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 4 din birîndar bûn.

Her wiha bi guleyên artêşa Tirk a dagirker zaroka bi navê Mijdar Mihemed (12) li taxa Kaniya Kurdan a rojhilatê Kobanê birîndar bûn.

Li herêma Cizîrê di encama êrişên dewleta Tirk de 13 welatî şehîd bûn û 16 kesên din birîndar bûn. Di encama teqîna topekê de 4 zarok birîndar bûn ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pê li gundê Micbîra yê navçeya Til Temirê dabû.

Artêşa Tirk a dagirker stasyonên petrolê yên navçeyên kantona Qamişlo (Dêrina Qelinga, Xir-Til Hesnak, Meşûq, Ewde, Til Cisir, Elî Qaso, Kerhok, Elî Axa û Tifle), kargeha gazê ya Siwêdiyê, stasyona kehrebeyê ya gundê Mizgeft ê navçeya Tirbespiyê û şîrketa Newroz a Qamişlo, topbaran kirin.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Sotoro ya li gundê Rûtan ê navçeya Tirbespiyê û kampa Holê topbaran kir ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê ne.

Dewleta Tirk bi çekên giran firina yekane ya gundê Rebîat a navçeya Zirgan a kantona Hesekê topbaran kir ku nan ji zêdetirî 20 gund û bajarokên herêmê re peyda dike.

ANHA