Xwendekarên Tebqayê tecrîd û êriş şermezar kirin

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Tebqayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Xwendekarên Tebqayê tecrîd û êriş şermezar kirin
8 kanûn, 2022   12:10
TEBQA

Bi sedan xwendekarên bajarê Tebqayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên rêxistinên civaka sivîl li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Meş ji taxa Ewel (Yekemîn) a bakurê bajar dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Xwendekarên Demokratîk û pankartên “Em ê azadiya fîzîkî ya rêberê mirovahiyê mîsoger bikin", "Bi fikrê ronakbîrê azad em ê îroyîna xwe azad bikin û siberoja xwe mîsoger bikin" û "Na ji dagirkeriya Tirk re" hatin vekirin û dirûşmên "Bijî serok Apo", "Bimire Erdogan" hatin berzkirin.

Li çerxerêya Meyselûn a taxa Sanî (Duyemîn) ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endamê rêveber ê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Tebqayê Ehmed El Xelîf daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Rêber Ocalan jiyana xwe ji bo parastina gelên bindest ên li tevahî cîhanê borandiya û girîngiyeke mezin daye xwendekaran û rola wan a avakirin û pêşxistina civakê."

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî her projeyeke ku azadiya gelan û pêşeroja wan mîsoger dike, şer dike dike û wiha hate domandin: "Dewleta Tirk a dagirker rojane navendên sivîl û cihên aktîf dike hedef da ku îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne û wan ji daxwazên xwe yên jiyaneke bi azad û aştiyane vegerîne."

Di daxuyaniyê de bang li tevahî gelên azadîxwaz û aştîxwaz hate kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were, dakevin qadan û li hemberî faşîzma dewleta Tirk a destekê bidin doza Kurdan a adilane.

(bb)

ANHA