Li Sirînê 2 şehîd hatin oxirkirin

Bi tevlêbûna bi sedan kesî cenazeyên şehîd Mihemed Şêxo û Hisên Huzeyfa li goristana şehîdan a navçeya Sirînê ya Kobanê hatin veşartin.

Li Sirînê 2 şehîd hatin oxirkirin
8 kanûn, 2022   12:45
KOBANÊ

Şervanên QSDʹê Mihemed Şêxo û Hisên Huzeyfa 6ʹê Kanûnê dema erka xwe li navçeya Sirînê bi cih dianîn, şehîd bûbûn.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyên her du şehîdan bi merasîmekê li goristana şehîdan a Sirînê spartin axê.

Di merasîmê de cîgira serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê Neda El Cadir axivî û bal kişand ser berxwedana gelên herêmê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Gelê herêmê ji gefan natirse. Xema yekane ya gel ew e ku herêm û destkeftiyên şehîdan ji dagirkeran biparêze."

Ji rêveberên Meclisa Sirînê Ezîz Ehmed jî anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku niştecihên resen ji warê wan koçber bike, sûdê ji bêdengiya navneteweyî digire û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Ehmed banga hevgirtin û xurtkirina têkoşînê li hemberî dewleta Tirk a dagirker li gelê herêmê kir û got: "Bi têkoşînê em dikarin serkeftinê di vî şerî de mîsoger bikin."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşmên "Bi can, bi xwîn em bi te re ne şehîd" hatin veşartin.

(bb)

ANHA