​​​​​​​Parlamentoya Lubnanê cara 9ʹan di hilbijartina serokekî nû de bi ser neket

Cara 9ʹemîn e parlamentoya Lubnanê serokkomarekî nû ji bo welat li şûna Mîşel Ewn hilnebijart.

​​​​​​​Parlamentoya Lubnanê cara 9ʹan di hilbijartina serokekî nû de bi ser neket
8 kanûn, 2022   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Lubnanê ji dawiya meha Cotmehê ve cihê serokkomar vala ye û cara 9ʹemîn e parlamento serokkomarekî nû li şûna Mîşel Ewn hilnebijart.

Civîna 9ʹemîn a parlamentoyê ya ji bo hilbijartina serokkomarekî nû vê sibehê dest pê kir. Di civînê de parçebûneke dijwar di navbera ‘Koma 8ʹê Adarê’ ya bi serokatiya Hizbullahê û ‘Serdestiya Guhertinê’ û yên serbixwe de çêbû û li ser manzetekî li hev nekir.

Namzet Mîşel Muewed 39 deng, kaxezên spî 39, ‘Lubnana Nû’ 9 deng, Îsam Xelîfe 5 deng bi dest xistin û 4 deng jî hatin betalkirin.

Serokê parlamentoyê Nebîh Birî roja pêncşema bê ji bo rûniştina 9ʹan diyar kir.

(bb)