​​​​​​​Li Etaribê erebeyeke artêşa Tirk da ser dayikekê û keça wê

Erebeyeke artêşa Tirk a dagirker li bajarokê Etarib ê Helebê da ser jinekê û keça wê. Di encamê de her duyan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Etaribê erebeyeke artêşa Tirk da ser dayikekê û keça wê
6 kanûn, 2022   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebeyeke artêşa Tirk a dagirker li bajarokê Etarib ê li bakurê rojavayê Helebê, di dema dewriyeyê de da ser dayikekê û keça wê. Di encamê de dayik û keça wê jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê xelkê bajarokê kevir avêtin erebeyê û ev yek şermezar kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandibû ku di destpêka meha Mijdarê de li Serêkaniyê erebeyeke artêşa Tirk dabû ser zarokeke keçîn.