Hedefgirtina kadroyên perwerdeyê hat şermezarkirin

Bi daxuyaniyên cuda li bajarê Kobanê û navçeya Amûdê hedefgirtina sazî û kadroyên perweerdeyê yên herêmê hat şermezarkirin.

Hedefgirtina kadroyên perwerdeyê hat şermezarkirin
6 kanûn, 2022   10:35
KOBANÊ

Duh li Kolana Qiwetlî ya bajar Qamişlo mayînek ku di erebeya girêdayî Desteya Perwerdeyê de hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de ajokarê erebeyê birîndar bû.

Di du hefteyên borî de jî dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Kobanê saziyên perwedeyê hedef giritbûn.

Têkildarî mijarê Hevseroka Akademiya Şehîd Viyan Amara li herêma Firatê Seîde Xelîl li pêşiya navenda desteyê daxuyaniyek xwend.

Seîde daxuyand ku êrişa li dijî saziya perwerdeyê ya herêma Cizîrê peyameke zelal a dagirkeriya Tirk e ku şerê wê ne tenê leşkerî ye, lê belê şerê çandî jî dide meşandin û bi hemû rêbazan dixwaze gelê herêm qir bike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên domdar ên Tirkiyê hat şermezarkirin.

AMÛDÊ

Bi heman armancê, mamosta û xwendekarên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo jî li pêşiya rêveberiya dibistanan daxuyaniyek da.

Mamoste Cîhan Hebîb daxuyanî xwend û destnîşan kir Desteya Perwerde û Fêrkirinê yek ji saziyên ku bê navber ji bo perwerdekirina zarokan û avakirina nifşekî azad û civakeke azad û demokrat ked dide, lê dagirkerî û kesên xwefiroş bi her rengî dixwazin ku aramiya herêmê xira bike.

Êrişa duh li dijî erebeya Desteya Perwredeyê pêk hatibû hat şermezarkirin.

Daxuyanî bi durişmeyên wekî “Bê ziman jiyan nabe” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(cx,dg)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SgzAnEDt14c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>