​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî xwepêşandanên li Siwêdayê daxuyanî da

Partiya Sûriya Pêşerojê piştevaniya xwe ji bo gelê Siwêdayî nîşan da û zexta hêzên hikumeta Şamê li hember xwepêşandêrên ku daxwaza mafên xwe dikin, şermezar kir.

​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî xwepêşandanên li Siwêdayê daxuyanî da
5 kanûn, 2022   14:46
 REQA

Têkildarî geşedanên dawîn li bajarê Siwêdayê yê Sûriyê û zexta hêzên hikumeta Şamê, endamên Partiya Sûriya Pêşerjoê li pêşiya navenda xwe ya li Reqayê daxuyaniyek da.

Bi nave partiyê Muwefeq El Ehmed daxuyanî xwend û bal kişand ser xwepêşandanên aştiyane yên li bajarê Siwêdayê yên ji ber rewşa aborî û jiyanî ya xirab.

El Ehmed diyar kir ku hikumeta Şamê ku nikare jiyaneke bi rûmet ji welatiyan re peyda bike û pariyê nanê xelkê jê standiye, siyasetên zordestî û tundiyê li dijî Sûriyeyiyan didomîne, ji lew re xelkê Siwêdayê li hember vê “rejîma gendeliyê” dengê xwe biilnd kir.".

El Ehmed daxuyand ku sedema vê rewşê paşguhkirina sedemên rastîn ji aliyê “rejîmê” ve ye û bal kişand ku berê jî li deverên cuda yên Siwêdayê gel bi rêbazên siyasî, civakî û leşkerî nerazîbûn nîşan daye, her wiha bi rêya hin keasyetan gelek dewletan destwerdan di kar û barên Siwêdayê de kir.

Her wiha behsa dorpêça saziyên ewlekariyê yên hikumeta Şamê li dijî Siwêdayî jî kir û diyar kir ku “rejîma Sûriyê” Siwêdayê wekî parêzgeheke îsyanker dibîne û ji xelkê wê daxwaz dike ku zarokên wan ên xizmeta leşkertiyê nekirin, radest bikin û dibêje ku hejmara wan zêdetirî 66 hezarî ye.

El Ehmed destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin xwepêşandêrên li Siwêdayê û daxwazên wan ên adilane û diyar kir ku tevgera wan a aştiyane nîşaneya têkoşîna wan a rewa ye. Her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku mafyayên xwe ji Siwêdayê bikişîne û artêşa Sûriyê li hember êrişên aliyên derve wekî Tirkiye û Îsraîlê û DAIŞ`ê ekra xwe pêk bîne.

(cx)

ANHA