​​​​​​​Bi pêşengiya ciwanan li djiî tecrîdê çalakî hat lidarxistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbicê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û girtiyên pê re kir.

​​​​​​​Bi pêşengiya ciwanan li djiî tecrîdê çalakî hat lidarxistin
5 kanûn, 2022   15:17
MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li bajarê Minbicê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

Tevî endamên tevgerê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, saziyên jinan û şêniyên herêmê beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêrên ku wêneyên Rêber Ocalan, alên Tevgera Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan û alên PKK`ê bilind kiribûn, ji Çerxerêya Mîzan heta Yarîgeha Beledî meşiyan.

Li yarîgehê endamê tevgerê Nasir Hesen axivî û berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir.

Hesen îşaret bi berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana gerîlayên azadiyê kir û diyar kir ku gelê herêmê bi ruh û fikrê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan yekdest e, ji lew re dewletên komploger hewl didin projeya li herêmê têk bibin û got: “Ev proje projeya mirovahiyê ya tevahî gelan e.”

Hesen destnîşan kir ku wek ciwan ew ê heta rizgarkirina tevahiya deverên Sûriyê yên dagirkirî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê bidomînin û xak û gelê xwe biparêzin.

(mh)

ANHA