Rewşa zarokên bi topên Tirkiyê birîndar bibûn çawa ye?

Hemşîreykî Nexweşxaneya Gel a Hesekê diyar kir ku rewşa Elî Mehmûd Şelo û Silêman Nasir Şelo baş e, lê belê rewşa Xalid û Bedran Şelo giran e û dê 48 saetên din di bin çavdêriyê de bin.

Rewşa zarokên bi topên Tirkiyê birîndar bibûn çawa ye?
Rewşa zarokên bi topên Tirkiyê birîndar bibûn çawa ye?
Rewşa zarokên bi topên Tirkiyê birîndar bibûn çawa ye?
Rewşa zarokên bi topên Tirkiyê birîndar bibûn çawa ye?
5 kanûn, 2022   14:18
 HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Di 3`yê Kanûnê de li gundê Micêbira yê bakur rojhilatê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê topeke dewleta Tirk a dagirker ya berê li herêmê ketibû û neteqiyabû, bi zarokan de teqiya. Di enacamê de 4 zarok birîndar bibûn û ji bo dermankirinê rakiribûn Nexweşxaneya Gel a Hesekê.

 Navên zarokên birîndar wiha ye; Silêman Nasir Şelo (11), Bedran Nasir Şelo (15), Elî Mehmûd Şelo (11), Xalid Mehmûd Şelo (13).

/ar/uploads/files/2022/12/05/135208_ahmd-.webp

Silêman Şelo di lingê xwe yê çepê de, Elî Şelo jî di lingê çepê û destê rastê de birîndar bûn. Hemşîreyê beşê çavdêriyê Ehmed Ferhad li ser rewşa her du zarokan got, “Rewşa wan baş e, dê îro ji nexweşxaneyê bên derxistin.”

Xalid Şelo jî di serê xwe de birîndar bibû û Bedran Şelo di zikê xwe û dê 48 saetên din di bin çavdêriyê de bin.

Bavê her du zarokên birîndar Bedran û Silêman Şelo, Nasir Şelo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di nav de gundê Micêbira bi domdarî hedef digire, hin top dikevin lê nateqin, ji lew re xeteriyê li ser jiyana welatiyan çêdikin.

(cx)

ANHA