​​​​​​​Tevgera Hîlala Zêrîn klîpa strana 'Baraye' derxist

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê klîpa strana 'Baraye' derxist.

​​​​​​​Tevgera Hîlala Zêrîn klîpa strana 'Baraye' derxist
4 kanûn, 2022   13:35
QAMIŞLO

Strana 'Baraye' ya bi zimanê kurdî tê wateya “Ji bo” ji aliyê stranbêj Shervin Hajipour ve bi zimanê farisî hat gotin û wekî sirûda serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat hesibandin.

Shervin Hajipour piştî du rojan ji belavkirina stranê di 29`ê Îlona 2022`yan de hat binçavkirin û di 4`ê Cotmehê de hat berdan.

Vê staranê li cîhanê deng veda û bo zimanên cuda hat wergerandin.

Gotinên stranê balê dikişînin ser dansa azadiyê ku li kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di serhildanê de hatiye lîstin, guhertina zihniyeta paşverû, bandora siyasetên dewleta Îranê li ser pêşeroja zarok û xwendekaran, zexta li dijî girtiyan. Her wiha di stranê de slogana Jin, Jiyan, Azadî hatiye gotin.  

Di klîpê de stran ji aliyê Koma Stêra Zêrîn a Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ve hatiye gotin, tê de dîmen û wêneyên ji xwepêşandanê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên nîşandan.

Hêjayî gotinê ye Koma Hêwa ya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` beriya niha strana bi navê ‘Jîna’ çêkiribû.

ANHA