18 saziyên sivîl banga rawestandina êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê

18 saziyên sivîl bang li Sekerterê Giştî yê NY`ê, sazî û rêxistinên têkildar kir ku li hember êrişên ne rewa yên dewleta Tirk ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîran bigirin û berpirsiyariyên xweyên mirovî û hiqûqî bînin cih.

18 saziyên sivîl banga rawestandina êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê
4 kanûn, 2022   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Dîplomasiya Civakî û 16 saziyên din ên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleyek dest pê kir. Hemle ji bo komkirina îmzeyan li ser daxwaznameya ji bo Sekerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ye ku tê de daxwaza rawastandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin.

Di navaroka daxwaznameyê de hat bibîrxistin ku şeva 20`ê Mijdarê dewleta Tirk a dagirker operasyonek leşkerî ya hewayî dest pê kir û gelek cihên leşkerî, cihên sivîlan, binesazî û rojnamevanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girtin. Bal hat kişandin ku di encama êrişên li ser Kobanê, Dêrik, Şehba, Eyn Îsa û Zirganê de ji bilî windahiyên leşkerî, 16 sivîlan -di nav de rojanmevanek- jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku zêdetirî 45 cihên xizmetgûzariyê wekî stasyonên enerjî, sotmeniyê, petrol, gaz, depo, nexweşxane û dibistan hatin hedefgirtin û hat diyarkirin ku Tirkiye bi van êrişan qanûna mirovî ya navneteweyî bin pê dike û sûcên şer dike.

Di daxwaznameyê de bal hat kişandandin ku êrişên dewleta Tirk ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne rewa û ne qanûnî ne û wê teqîna li Stenbolê ya di 13`ê Mijdarê de ji bo rewakirina êrişan bi kar anî û hate gotin: “Ji bo êrişa leşkerî wekî xweparastin bê nîşandan li gorî madeya (51) a NY`ê, pêdivî bi erêkirina Konseya Ewlehiyê ya NY`ê heye. Lê belê heta niha dewleta Tirk ev doz nexistiye rojeva NY`ê.”

Berfirehiya daxwaznameyê wiha ye:

“Tiştê ku Tirkiye dike ne xweparastin e, ew li gorî hesabên siyasî yên hundirîn êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, lihevkirinên agirbestê ên Cotmeha 2019`an di navbera Tirkiye, Amerîka û Rûsyayê de hatine îmzekirin her tim binpê dike. Lê dîsa  Enqere li ser van binpêkirinan nayê cezakirin.

Li gel berdewamkirina êrişên bi balafir û topavêjan, serokkomarê Tirkiyê operasyoneke bejahî ya nû ragihand ku armanc jê dagirkirina deverên din ên herêmê ye. Ev dagirkeriya li axa Sûriyê dê bibe sedema karesateke mirovî ku dê hejmareke mezin a qurbaniyan li pey xwe bihêle û bibe sedema koçberiyê.

Ji ber êrişên Tirkiyê rewşa ewlehiyê li herêmê tevlîhev dibe, zemîn ji DAIŞ`ê re tê peydakirin xwe ji nû ve birêxistin bike û xwe bi rêxistin bike. Bi vê yekê Tirkiye derbê li hewldanên hevbeş ên têkoşîna li dijî terorê dixe û ev yek bandorê li ewlehî û aştiya herêmî û navneteweyî dike.

Em -aliyên ku li ser daxwaznameyê îmze kiriye- wek nûnerên civaka sivîl li Rojhilata Navîn û cîhanê bang li Sekerterê Giştî yê NY`ê û sazî û rêxistinên têkildar dikin ku dijî êrişên ne rewa û ne qanûnî yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîran bigirin. Em bang li NY`ê dikin ku ji bo rawestandina dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsiyariyên xwe yên mirovî û hiqûqî bînin cih.

Navenda Dîplomasiya Civakî bi beşdariya 16 saziyên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 1`ê Kanûnê de ji bo komkirina îmzeyan ji saziyên civaka sivîl û kesayetên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê hemleyek dabû destpêkirin. Bi vê hemleyê dê bang li Sekerterê Giştî yê NY`ê bê kirin ku êrişên dewleta Tirk djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.”

Saziyên sivîl ên hemle dest pê kiriye ev in:

1-Navenda Dîplomasiya Civakî

2-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

3-Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê

4-Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê

5-Kongra Star

6- Kombûna Jinan a Zenûbiya

7-Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiyê

8-Yekitiya Ragihandina Azad (YRA)

9-Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)

10-Zanîngeha Rojava

11- Tevgera Çand û Hunerê

12-Komîteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê

13-Kombenda Efrîn a Civakî

14-Meclis Idlib El Xedra

15- Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

16-Rêxistina Keziyên Kesk

17-Heyva Sor a Kurd

18-Kombûna Olan û Baweriyan a Mezopotamyayê

(cx)