​​​​​​​Li Siwêdayê xwepêşanderek hat qetilkirin, 7 jî birîndar bûn

Li bajarê Siwêdayê di navbera xwepêşanderan û hêzên hikumeta Şamê de pevçûn derket. Xwepêşanderek hat qetilkirin û 7 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Siwêdayê xwepêşanderek hat qetilkirin, 7 jî birîndar bûn
4 kanûn, 2022   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Siwêdayê li hemberî rewşa debarê ya xirab xwepêşanderan li Qada El Meşneqa ya naverasta li dar ketin. Xwepêşanderan banga hilweşandina rejîmê kir avêtin ser avahiyên hikumeta Şamê. Her wiha erebeyên hêzên hikumeta Şamê şewitandin û wêneyên Beşar El Esed qetandin.

Li gorî SOHR, hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê ji bo ku xwepêşanderan ji hev qut bikin gule reşandin û di navbera wan û xwepêşanderan de pevçûn derket. Di pevçûnan de xwepêşanderek hat qetilkirin û 7 jî birîndar bûn.

Her wiha xwepêşanderan, li nêzî gundê Hezim dolab li ser rêya otostad Şam-Siwêdayê şewitandin û rê girtin.