Hewldaneke dagirkirinê hat pûçkirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldaneke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya ketina gundê Um El Kêf ê Til Temirê têk bir.

Hewldaneke dagirkirinê hat pûçkirin
4 kanûn, 2022   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh derengî şevê hewl dan bikevin gundê Um El Kêf ê rojavayê navenda navçeya Til Temirê. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldan têk bir.

Hemwextî hewldana dagirkeran a ketina gund, artêşa Tirk a dagirker navenda navçeya Zirganê û gundê Bobî yê girêdayî wê bi obîsan dan ber topan.

(bb)

ANHA