Bîlançoya 3`yê Kanûnê ya êrişên dagirkeriyê: Zêdetirî 46 gund hatin hedefkirin

QSDʹê bîlançoya duh (3`yê Kanûnê) ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ragihand û got, zêdetirî 46 gund hatin hedefkirin.

Bîlançoya 3`yê Kanûnê ya êrişên dagirkeriyê: Zêdetirî 46 gund hatin hedefkirin
4 kanûn, 2022   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 3ʹyê Kanûnê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

ʹʹÊrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kete roja xwe ya çardehemîn. Dagirkerî li ser herêma ji Dêrikê heta herêmên Şehbayê topbarana bi tankan û balafirên bêmirov berdewam dike û duh jî zêdetirî 46 gund hatin armancgirtin.

Encama êrişên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 02 Kanûnê û her wiha encamên roja 03ʹyê Kanûnê ev in:

2ʹyê Kanûnê;

1-Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundên Um El Kêf û Gozeliye 5 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

2-Herêma Firatê;

Kobanê;

Gundên Zormexar, Çarixlî, Koran û bajaroka Şiyûx carek bi obusan ve, 5 caran jî bi hawanan ve hatin topbaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Kor Hesen, Bîr Kêtik, Silêybî, Evdokî, Şorbenîsk û Mealîk bi obus, hawan û tankan hatin topbaran kirin.

Minbic;

Gundên Um El Edesa û Ewn Dadat 5 caran bi hawanan hatin topbaran kirin.

Tirwaziye;

Bejahiya bajaroka El Kenterî bi obusan hat topbaran kirin.

3ʹyê Kanûnê;

1-Herêma Efrînê;

Gundên Bênê, Soxaneke, Meyasê, Tatmaraş, Merenaz, Şewarqa, Zîwan, Medîyûnê, Hirbilê, Samûqa, Til Madîq, Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifat 39 caran bi obusan, 20 caran bi hawanan hatin topbaran kirin.

2-Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundên Til Leben, Til Tewîl û Gozeliye bi obus û hawanan hatin topbarankirin.

Li gundê El Mûcîbira guleyek ku di topbaranên berê de neteqiya bû îro di zarokan de teqiya. Di encam de 4 zarok birîndar bûn.

Amûdê;

Balafirê keşfê li ser rêya Amûdê nêzî gundê Raya seyareyek hêzên me kir hedef. Di encam de 2 şervanên me şehîd ketin.

Zirgan;

Gundên Esediye, Bobî û Xidrawî 10 caran bi obusan hatin topbaran kirin. Her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

3-Herêma Firatê;

Kobanê;

Gundên Koran, Xirbîsan, Qeremox, Cîşan, Zormixar û bajaroka Şiyûx 12 caran bi hawanan, 11 caran jî bi obusan ve hatin topbarankirin.

Girê Sipî;

Gundên Seyda, Xalidiye, Dibis, Mealîk, Îbrahîm Kurdî, Ebû Neytona, Cedîda û rêya M4 bi hawanan hatin topbarankirin.

Eyn Îsa;

Gundê El Siwêdê û derdora depoyên Şergirak 8 caran bi obusan hatin topbarankirin.

Minbic;

Gundên Korheyuk, Ewn Dadat, û Hoşeriye 5 caran bi hawanan, 2 caran jî bi obusan hatin topbarankirin.

Tirwaziye;

Bejahiya bajaroka El Kenterî bi obusan hat topbarankirin.ʹʹ