Li Siwêdayê xwepêşandan û alozî

Li bajarê Siwêdayê bi dehan kes li ber nebaşbûna rewşa jiyanî li Qada Çerxerêya El Meşneqa kom bûn. Xwepêşandêran girtin ser avahiyeke hikumeta Şamê û avahî da ber keviran.

Li Siwêdayê xwepêşandan û alozî
4 kanûn, 2022   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan welatiyên Siwêdayê li Qada Çerxerêya El Meşneqa ya naverasta bajar kom bûn û ji ber nebaşbûna rewşa jiyanî xwepêşandan kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku bi dehan kes li Çerxerêya El Meşneqa kom bûne, bang li welatiyan kirine ku beşdarî çalakiya protestoyî bibin. Rêya naverasta bajar jî li çûn û hatinê hat girtin.

Xwepêşandêran avêtin ser avahiya "Seraya" ya hikumeta Şamê, avahî da ber keviran, wêneyên Beşar El Esed xira kirin û banga “hilweşandina rejîmê" kir.

SOHRʹê ragihand ku xwepêşandêran erebeyeke hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê jî şewitandiye û diyar kir ku hêzên ewlehiyê gule li xwepêşandêran reşandine.

(bb)