​​​​​​​CPT'yê vê carê jî got 'Em ji bo lêkolînkirinê çûn Îmraliyê'

Serokê Heyeta Îmraliyê ya CPT'yê Therese Rytter ku derpêş kir hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kirine, vê carê jî got "Em ji bo lêkolînkirinê çûn Îmraliyê."

​​​​​​​CPT'yê vê carê jî got 'Em ji bo lêkolînkirinê çûn Îmraliyê'
4 kanûn, 2022   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), di navbera 20-29'ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiribû. CPT, di vê serdana xwe de daxuyandibû ku çûye Girtîgeha Îmraliyê jî û li vir hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re kiriye.

Serokê Şandeya Îmraliyê ya CPT'yê û Serokê 2'yan ê CPT'yê Therese Rytter, di 4'ê cotmehê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û gotibû, "Ez dikarim bibêjim ku me serdana hemû girtiyên li Tirkiyeyê kir lê nikarim daneyan parve bikim. Piştî rapora bi raya giştî re hat parvekirin, ev dê bên eşkerekirin."

Lê Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê, di 29'ê mijdarê de gotibû, "CPT, di îlona 2022'yan de çû Girava Îmraliyê lê me bihîst ku birêz Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye."

Rytter ji bo pirsa "Hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin yan na" ev bersiv da: "Bi munasebeta serdanê, heyet ji bo vekolandina şert û mercên her çar girtiyên li Îmraliyê, çûye Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê. Di vê çarçoveyê de bi taybetî li ser pêwendiya wan a bi derve re hatiye sekinandin."

Çavkanî: Mezopotamya