Li Bakurê Kurdistanê di avahiyekê de teqîn çêbû: birîndar hene

Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li jêrzemîna avahiyeke şeş qatî teqîn çêbû.

Li Bakurê Kurdistanê di avahiyekê de teqîn çêbû: birîndar hene
4 kanûn, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di kargeheke li jêrzemîna avahiyeke şeş qatî ya li Taxa Suleyman Şah a li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê teqînek çêbû.

Sedemên teqînê hîna nehatine znaîn.

 Komên polîs, agirkujiyê, AFAD û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku di teqînê de 4 kes birîndar bûne.