​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê di hefteya 12ʹan de ye

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di hefteya 12’emîn de berdewam e.

​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê di hefteya 12ʹan de ye
4 kanûn, 2022   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya pêşengtiya jin û xwendevanan di hefteya xwe ya 12’emîn de berdewame. Beramberî berxwedan û têkoşîna gelên Îranê, dewleta Îranê bi hemû hêzên xwe ve êrişî xwepêşanderan dike û raste rast dide ber guleyan. Heta niha bi hezaran kes hatine girtin û bi sedan kes jî hatine qetilkirin.

Duh li bajarê Abdanan yê parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ku yek ji bajarên ku herî zêde xwepêşandanên mezin lê hatîn li darxistine, malbatên hinek xwepêşandarên hatin binçavkirin greva xwe û şevên bê xew yên li ber dadgeha bajêr berdewamkirin û daxwaza berdana kesûkarên xwe kirin. Tevî êrişên hêzên rejîmê jî malbatan cihên xwe vale nekirin û çalakiyên xwe berdewamkirin.

Heman demê li bajarê Sine komek xwendevanên keçîn daketin kolanan û bi berzkirina dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û gelek dirûşmên li dijî deshilatdariyê nerazîbûnên xwe li dijî kuştin û tundûtûjiya hêzên dewleta Îranê anîn ziman û tekezî li ser daxwazên xwe kirin.

Li bajarê Seqîz jî carek din ciwanan bi pêxistina agir û girtina rêyan li trafîkê çalakiyên xwe yên li dijî desthilatdariyê berdewam kirin. Her wiha li bajarê Qurweş meşek bêdeng hat li darxistin.

Li ser asta Îranê li hinek deverên Tehranê xwepêşandan û çalakî berdewam bûn, heman demê greva şofêrên balhilgiran jî berdewam bû.

Li ser bangawaziya xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê biryare di 5 û 7’ê Mijdarê de grev, xwepêşandan û çalakiyên giştî li seranserê Îranê werin li darxistin. Her duh çalakiyên agahdarkirin û bangawaziyên ji bo tevlîbûna grev û çalakiyên giştî yên di roja 5 û 7’ê Mijdarê de werin kirin berdewam bûn.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî bilançoyên hatîn belavkirin ji destpêka xwepêşandanan ve herî kêm 448 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîmê ve bi gulebaranên raste rast û êşkenceyan hatine qetilkirin. Her wiha bi hezaran kes hatine girtin ku bi darvekirin û êşkenceyan re rû bi rû û bi sedan kes jî windane ku aqûbeta wan nediyarin.