Parlamenterê Katalonyayê li dijî êrişan piştevanî da gelê herêmê

Parlamenterê Katalonyayê Ruben Wagensberg ku tevî şandeya welatê xwe hatibû herêmê, diyar kir ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de ew û gelê herêmê hevalbend in û got “Ji lew re piştgirîdayîna gelê herêmê erka me ye.”

Parlamenterê Katalonyayê li dijî êrişan piştevanî da gelê herêmê
4 kanûn, 2022   01:25
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Duh (3`yê Mijdarê) şandeyeke Katalonyayê ji bo şopandina rewşa herêmê û piştgiriya bi gelê herêmê re di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker de gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şande ji endamê Parlamentoya Katalonyayê Ruben Wagensberg û cîgirê wî Marc Barbacil pêk tê. Şandeya ku serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê ya li bajarê Qamişlo kir, ji aliyê hevserokê daîreyê Bedran Çiya Kurd, cîgirê hevserokatiya daîreyê Robêl Biho û endama Desteya Rêveber a daîreyê Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.

Parlamenter Ruben Wagensberg têkildarî armanca serdanê ji ajansa me re axivî.

/kr/uploads/files/2022/12/03/185709_img_0279.webp

Ruben Wagensberg diyar kir ku tevî ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin, ew bi vê serdanê dixwazin piştgiriyê bidin gelê herêmê. Wangensberg serdana wan di vê demê de wek berpirsyariyê bi nav kir û anî ziman ku di têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê de ew û gelê herêmê hevalbend in.

Ruben Wagensberg bal kişand ser hedefgirtina dibistan, nexweşxane û saziyên sivîl û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe jiyana bi hezaran welatiyan dixe xetereyê.

Parlamenterê Katalonyayê Ruben Wagensberg bi bîr xist ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina projeya neteweya demokratîk e û got: “Ji lew re piştgirîdayîna gelê herêmê erka me ye, da ku di têkoşîna ji bo bidestxistina mafên xwe de bi ser bikevin.”

(cx)

ANHA