​​​​​​​Fîras Qesas: Têkbirina projeya herêmê daxwaza hevbeş a Tirkiyê û hikumeta Şamê ye

Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê a Sûriyê Fîras Qesas destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk ew e ku projeya yekane ya serkeftî li Sûriyê anku Rêveberiya Xweser a Demokratîk têk bibe. Her wiha destnîşan kir ku timayên dagirkeriya Tirk di axa Sûriyê de bê sînor in û anî ziman ku têkbirina vê projeyê, armanceke hevbeş a hikumeta Şamê û dewleta Tirk e.

​​​​​​​Fîras Qesas: Têkbirina projeya herêmê daxwaza hevbeş a Tirkiyê û hikumeta Şamê ye
3 kanûn, 2022   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL HEBÎB

Dewleta Tirk bi zanebûn Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gundewar, binesazî û navendên stratejîk dike hedef ku derfetên jiyanê ji sûriyan re peyda dikin.

Hemwextî van êrişan, rayedarên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî dan ku dê herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Ev gef û daxuyanî, li ser qadên navneteweyî, erebî û sûrî jî hatin şermezarkirin. 

PROJEYA SERKEFTÎ YA SÛRIYÊ TÊK BIBIN

/kr/uploads/files/2022/12/03/185807_.webp

Muxalifê sûrî û serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê Fîras Qesas têkikdarî mijarê wiha axivî: “Ji bilî zimanê tawanbariyê û sûcdariyê em nikarin êrişa muhtemel û siyaseta Tirkiyê binirxînin.”

Qesas wiha domand: “Hikumeta Tirkiyê her dixwaze herêmên Rêveberiya Xweser kontrol bike. Armanca wê ji vê siyasetê, sînorkirina vîna jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyê, tunekirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku aliyê yekane yê Sûriyê ye ku di dozên civaka demokratîk, xurtkirina jinan, ekolojiya siyasî û civakî de serkefitnên rasteqîn bi dest xistine.”

Tevî ku lihevkirinên agirbestê bi dabînkirina Rûsya û DYA`yê hene, lê dewleta Tirk a dagirker êriş herêmê dike.

SÎNORÊN TIMAYÊN WÊ NÎN IN

Qesas wiha pê de çû: “Diyar bû ku Erdogan tiştên dibêje, pêk nayne. Tu pîvanên gotin û tevgerên wî tune ne. Erdogan li gorî berjewendiya xwe ya kesayetî û partiya xwe kar dike. Mereqa wî ya sereke, dijberî mentiqê pirrengiyê, nirxên naskirina aliyê din e. Nijadperest, kesek girtî, pragmatîk e.”

Têkildarî axaftina Erdogan der barê herêmên ku dixwaze dagir bike de, Qesas got: “Xewnên dagirkeriya Tirk bê sînor in, ew dixwaze hegemoya xwe fireh bike, di desthilatê de bimîne.”

Têkildarî çarenûsa herêmên Sûriyê ku berê dewleta Tirk dagir kirine; Qesas wiha anî ziman: “Tişta ku Tirkiye dixwaze piştî ku bi ajanên xwe re gelek herêmên Sûriyê dagir kirin, guhertina demografiyê û çandî. Bi şêwazekê ku xizmeta dewleta Tirk dike li ser hesabê çand, îrade û berjewendiyên sûriyan. Ji ber wê siyasetên tirkkirinê li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, dimeşîne.”

BERJEWNDIYÊN DAGIRKERIYA TIRK Û HIKUMETA SÛRIYÊ, YEK IN

Hemwextî van êrişan axaftinên li ser berjewendiyekê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de têne kirin.

Qesas têkikdarî wê got: "Ez nabînim ku nakokî di navbera domandina siyaseta êrişker a Erdogan û hewldanên wê ji bo ku bi rejîmê re lihev were de nabînin. Her du rejîm durûyê diravekê ne. Li ser nijadperestiyê, şerê li dijî nirxên pirrengiyê, jiyana hevbeş û naskirina aliyê de lihev dikin.”

Qesas di dawiyê de got: “Her du pergal desthilatdar in û hewl didin ku berjewndiyên xwe li ser hesabê qetilkirina sivîlan pêk bînin. Her wiha li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in. Bi nêrîna min, ji bo Erdogan ne pirsgirêk e heke rejîm van herêman kontrol bike. Ji ber ku Rêveberiya Xweser ji bo her duyan pirsgirêk e.”

(dm)

ANHA