ʹGerîla ji bo gelê Kurdistanê sembola berxwedanê yeʹ

Welatiyan diyar kir ku gerîla ji bo gelê Kurdistanê sembola berxwedanê ne û got "Li hember sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker vebijêrka me ya yekane hevgirtin e."

ʹGerîla ji bo gelê Kurdistanê sembola berxwedanê yeʹ
4 kanûn, 2022   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên herêmê berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker silav kir û got gerîla hêviya yekane ya xelasiya ji despotiyê ye.

Welat Zerdeşt ji Efrînê ye û niha li navçeya Tirbespiyê dijî û sala 1987ʹan tevgera rizgariya Kurdistanê nas kiriye. Welat Zerdeşt diyar kir ku şerê li dijî gerîlayan xebatên pêşîn ê hikumetên Tirkiyê ye ku li pey hev hatine û soza tunekirina PKKʹê dane mîna ku serokê AKPʹê Erdogan dike. Her wiha got: "Erdogan dê bi ser nekeve."

/kr/uploads/files/2022/12/03/190036_-.webp

Welat Zerdeşt berxwedana gerîla silav kir û wiha domand: "Bi saya baweriya wan a bi fikr û felsfeya rêber Ocalan e ku rêgeza azadiya gelan û neteweya demokratîk esas girtiye, dijmin derbên giran dixwe."

Zerdeşt destnîşan kir ku gerîla hêza yekane ye ya ku li hemberî siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelan sekinîn û berdêlên giran dan û got: "Ya balkêş di gerîla de israra wan ya li ser serkeftinê ye."

Welat Zerdeşt di dewama axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk li ser rijandina xwîna gelên resen ên Kurd, Suryan, Ermen, Çerkes û Ereb ava bûye, di dîrokê de sûcên herî hovane kir û hîna jî didomîne. Lê gerîla pêkhate parastin."

/kr/uploads/files/2022/12/03/190018_-.webp

Silêman Hisên jî ji Tirbespiyê ye, sala 1988ʹan tevgera rizgariya Kurdistanê nas kiriye û anî ziman ku gerîla ji bo Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê sembola berxwedanê ye.

Silêman Hisên piştgiriya xwe bi gerîla re anî ziman û got: "Berxwedan rêya me ya yekane ta pêkanîna serkeftinê ye."

/kr/uploads/files/2022/12/03/185958_-.webp

Kesayetê welatparêz Îbrahîm Muslim ji Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji roja ku ava bûye ve, hewl dide gelên resen ên herêmê têk bibe û wiha domand: "Dewleta Tirk ev îdeolojî ji dewleta Osmanî ya hilweşiyayî ya xwedî dîroka xwîndar li dijî gelên Rojhilata Navîn girtiye. Desthilata Tirk a heyî hewl dide bi rêya qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên din, tunekirina berxwedana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dîroka pêşiyên xwe Osmanî vegerîne û dagirkeriya xwe ya li herêmên Rojhilata Navîn vegerîne."

Muslim anî ziman ku ew bi PKK û berxwedana gerîla bawer in ku dê rê nedin ku dewleta Tirk a dagirker nasnameya kurdî biçewisîne û got: " Em hemû bi gerîla re ne. Em ê bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tevahî planên Tirkiyê têk bibin. Bi saya fikrê wê em hîn bûne ku berxwedan jiyan e."

Muslim îşaret bi vê yekê kir ku çiyayê Kurdistanê xwedî sirekî taybet e ku ji bilî Kurd û gerîla tu kes nas nake û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk çiqas çekên nûjen bi kar bîne jî wê nikaribe berxwedana gerîla têk bibe, wê binkeftin para wê be. Ji ber vê yekê em dibînin ku çekên kîmyewî li dijî hêzên me bi kar tîne da ku serkeftinekê pêk bîne an jî moralê leşkerên xwe yên binkeftî bilind bike.”

Muslim bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin gerîla û got: "Gerîla hêviya yekane ya gihaştina ber bi ewlehî û xelasiya ji pencên despotiyê ye."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qebwYjwFXG0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>