​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-12-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-12-2022`YAN
1 kanûn, 2022   23:00

Îro, salvegera 3’yemîn a komkujiya Til Rifetê ye ku tê de 10 sivîl ji wan 8 zarok şehîd bûn, di vê raporê de em bîlançoya 5 salan a komkujî û topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî koçberên Efrînê û şêniyên Kantona Şehbayê diyar dikin ku di encamê de 30 sivîl şehîd û 86 jî birîndar bûn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzir destnîşan kir ku redkirina hevdîtina CPT`iyê ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd peyameke ku divê têkoşînê li hemû qadan mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Du kesên ji komkujiya Dêrikê filitîne, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku hêzên amerîkî ji cihê bûyerê derketine, êriş kir. Her wiha destnîşan kirin ku pêwîst e hesab ji Tirkiyê were pirsîn ji ber sûcên ku li herêmê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ermenên li bajarê Hesekê diyar kirin ku ew amade ne bersiva çi êrişên li ser herêmê werin kirin, bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Parêzeran û Komeleya Mafê Mirovan derbarê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de dosya amade dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên eşîrên Ereb êrişên dewlet Tirk a dagirker şermezar kirin û got êrişên wê li dijî her kesî ne û divê li hember dewleta Tirk helwesteke xurt hebe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin, di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser bang li şêniyên herêmê kir ku amade û hişyar bin û bi şerê çapemeniyê bandor nebin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolîner û rojnamevanên ji Lubnanê destnîşan kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qirkirina komî û sûcên şer pêk tîne û banga destpêkirina hemleyeke berfireh a piştevaniyê û belgekirina sûcên dewleta Tirk kir da ku pêşkêşî NY`ê û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bikin. (BI WÊNE)

Hiqûqnas Adil El Hadî destnîşan kir ku wêrankirina binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, sûcekî şer e. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û rêxistinên civata navneteweyî kir ji bo darizandina dewleta Tirk bixebitin. (BI WÊNE)

ANHA