​​​​​​​Artêşa Tirk rojavayê Kobanê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker rojavayê Kobanê û gundekî kantona Girê Spî topbaran dike.

​​​​​​​Artêşa Tirk rojavayê Kobanê topbaran dike
1 kanûn, 2022   21:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji Kobanê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê Til Şeîr, Ziyaret, Şiyûx Jêrîn, Carxilî, Zormixar û mezraya Ehmed Mûnîr ên rojavayê bajêr bi çekên giran topbaran dike.

Her wiha destnîşan kir ku nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Ziyaretê, hatin topbarankirin.

Nûçegihana me da zanîn ku gundê Xanî yê rojavayê Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê topbarankirin.

ANHA