4 Partiyên sûrî û kesayetên serbixwe ji Helebê êrişên Tirkiyê şermezar kirin

Îro gelek partî û kesayetên sûrî yên serbixwe ji Helebê bi daxuyaniyekê êrişên Tirkiyê li dij herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

4 Partiyên sûrî û kesayetên serbixwe ji Helebê êrişên Tirkiyê şermezar kirin
1 kanûn, 2022   21:05
HELEB

Di çarçoveya helwestên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, îro partî û kesayetên sûrî yên serbixwe bi daxuyaniyekê berdewamkirina êrişan şermezar kirin û banga yekitiyeke niştîmanî li hember dagirkeriya Tirk kirin.

Daxuyanî ji aliyê nûnerê Partiya Niştîmanî ya sûrî Fadî Îsmaîl ve li taxa Suryan a Helebê û bi beşdariya nûnerên partiyan û kesayetên serbixwe hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de binesaziya herêma bakurê Sûriyê û Cizîrê dike hedef û li bakurê Iraqê jî çekên kîmyewî bi kar anî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê bi fermî nûnerê gelê Sûriyê di civînên navneteweyî de hebe. Her wiha hat diyarkirin ku li hember dagirkeriya Tirk îradeya gelê Sûriyê pir xurt e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatparêzan hat kirin ku ji bo yekitiya niştîmanî tevbigerin û berxwedana li hember dagirkeriya Tirk bilindtir bikin, ji ber ku dem dema serhildana gel li hember xetereyên li ser hebûna wî ye.

Hêzên siyasî û kesayetên niştimanî yên daxuyanî îmze kirine:

Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûrî; sekreterê giştî û endamên nivîsgeha siyasî.

Partiya Neteweyî ya Sûrî; Fadî Îsmaîl.

Partiya Guhertin û Pêşxistinê; sekreterê giştî Mistefa Qelecî.

Partiya Demokrat a Sûriyê; Ela Hemamî.

Kesayetên niştimanî yên serbixwe ev in:

1-Nataşa El Esferî

2- Basil Qis Nesrullah

3- Îsam Ezûz

4- Miryana El Elî

5- Hacer Ebdurehman

(mh)

ANHA