​​​​​​​Li Minbicê erebeyek teqiya

Nûçegihanê me ji Minbicê ragihand ku li aliyê başûrê bajêr, erebeyek teqiyaye.

​​​​​​​Li Minbicê erebeyek teqiya
1 kanûn, 2022   19:56
MINBIC

Li gorî nûçegihanê me ji bajêr, teqîn li nêzî stasyona sotemeniyê ya El Elcanî li çerxerêya Şehîdan pêk hatiye.

Nûçegihanê me da zanîn ku di encama teqînê de tu windahî çênebûye, tenê zirarên madî çêbûne. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî yekser berê xwe da cihê teqînê û dest bi girtina tedbîrên pêwîst kir.

Heta niha tu daxuyanî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve nehatiye dayîn.

ANHA