Artêşa Tirk bi çekên giran û balafirên bêmirov gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike-Hat Nûkirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojava û rojhilatê navçeya Eyn Îsa bi çekên giran û balafirên bêmirov topbaran dike.

Artêşa Tirk bi çekên giran û balafirên bêmirov gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike-Hat Nûkirin
1 kanûn, 2022   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji herêmê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Hoşan, Seyda, Cideyda, Fatse û Mişêrfe yên rojava û rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dike.

Her wiha da zanîn ku balafirên bê mirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker 2 caran êriş devera di navbera Eyn Îsa û Reqayê de kir. Heta niha tevgera balafirên bêmirov li asîmanê herêmê heye.

ANHA